
Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (14)
- 09:05 14 Sibat 2025
- Dosya
Pênasekirina pirsgirêka Kurd û çareseriya netewa demokratîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku heyeta DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir şûnde çareseriya pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin û nirxandinên Abdullah Ocalan riya çareseriyê nîşan dide.
Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê, hevsengiya li Rojhilata Navîn diguhere, rewşa nû ya derketiye holê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi giranî tê nîqaşkirin.
Li aliyekî tecrîda giran didome û li aliyê din jî ji aliyê her aliyan ve fikr û nêrîn, paradîgma û riyên çarseriya pirsgirêka Kurd ya Abdullah Ocalan pêşniyar dikin tên nîqaşkirin. Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘Pisgirêka Kurd û çarseriya netewa demokratîk-Parastina Kurdên di bin lepê qirkirinê de’ bi taybet rê û rêbazên çareseriyê datîne holê.
Pênasekirina pirsgirêka kurd
Di beşa têketinê ya pirtûka ku ji 7 beşa pêk tê de Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd pênase dike û ev di çîroka jiyana wî de çawa hatiye jiyîn vedibêje. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo min pirsgirêka kurd dema ku ez her roj bi peyatî diçûm Dibistana Seretayî ya Gundê Cibinê ya cîranê ku pênc kîlometre dûrî gundê me ye, dest pê kir. Pirsgirêk bêtir zehmetiyên çandî bûn. Tirkî zimanekî biyanî bû. Xwepejirandina min a ciddî ya ewil dema ku ez bi bêdengî ji zimanê xwe yê zikmakî, kurdî dûr ketim û xwe li zimanê xwedî îmtiyaz, tirkî girtim, dest pê kir. Ez difikirim ku min hewl da ku malbata xwe ji ber nefretkirin û heqareta ku min li kesayetiya xwe hîs dikir, bi ronîkirina wê li ser wan bide. Hêj tê bîra min: Ji diya min re, ku doza mafê min dikir, îşaret bi mirîşk û çiçikên wê yên ku li dora xwe digeriyan re got, 'Mafê te yê min jî heye, wekî ku ew mirîşk li çiçikên wê heye? Min got. Ji ber ku min têgihîştina mirîşk û çîçikên wê bi vî awayî ji diya xwe re nîşan da, divê ji ber nakokiya kurdî û tirkî ya vê gavê be. Kurdayetî di şexsê malbata min de jî ji bo min bû sedemê xwehezkirinê. Civaka mirovên ku nikaribe zimanê xwe binivîsîne û bi kar bîne, heqê heqaretê ye! Pêwîst bû ku ev diyarde di giyanê zarokê min de birîneke kûr çêbike. Ji ber vê yekê, êdî kurdayetî wek 'dûvik' li dora xwe bisekine û min kêliyek jî tenê nehêle. Her wiha gotina 'Kurdê dûvik' dest pê kir li derdorê deng veda. Ji bo min ev derbeya duyemîn bû.
Parastina du alî
Mekanîzmayên parastinê du alî ava dibin. Min dibistana seretayî de meletî dikir û heta pola dawî ya lîseyê vê berdewamkir. Ev pozîsyona min ya oldariyê li dijî kevneşopiya laîk a fermî, balkêş û xweser bû. Bi bertek û parastinî bû. 30 sureyên Kuranê yên min jiber kiribûn ji bo min çeka parastinê bû. Çek amin ya duyemîn jî ev bû ku her tim di polê de di serkeftinê de yekemîn bûm.Heta pola dawî ya zanîngehê ez xwendekarên herî baldikişnadibûm. Ev jî, nîşandaneke li ser esasê jiberbûnê bû; Mekanîzmayeke reaktîf û parastinê bû. Mîna ku min dixwest bigihêjim vê yekê: neyîniyên ji ber biçûkxistina kurdayetiyê telafî bikim û nîşan bidim ku ez ê bi hêsanî teslîm nebim. Her tim wisa bû û ez bi ser ketim. Di sala xwe ya bilind a lîseyê de ku min bi pirtûka “Elfabeya Sosyalîzmê” ji teqwa Îslamê, ku wek oleke kevneşopî xwedî aliyê xweyî îsbatkirinê yê xurt e, dûr ket, û min bala xwe da ser sosyalîzmê wek oleke laîk, û min di bin vê çerçoveyê de şagirtiya xwe ya nû domand. Guhertin di xuyangê de bû. Atmosfera min a bawermend berdewam kir. Salên 1970’yî bi rastî jî salên ku li cîhan û li Tirkiyeyê gavên mezin ên veguherînê hatin avêtin.
Divê Kurdbûn ji sosyalîzmê netirsiyabûna û şerm nekiriba. Ev pêwist bû. Min jî wisa kir. Her çend bi tirs tevgeriyan jî, hevsoziya min a bi her komeke çep re û hevdîtina min a bi neteweperestiya kurd a bi sosyalîzmê vegirtî pêvajoyek watedar da destpêkirin. Di vê rêjeyê de ne razîbûna ji komên heyî, gav bi gav avakirina grûbek serbixwe, piştre derbaskirina PKK’ê, dûvre ceribandinên ARGK û ERNK’ê û di dawiyê de jî bi KCK’ê re nûvekirina pêvajoyê, encama heman avahiyeke derûnî ye û fêmkirina pirsgirêka Kurd, bi awayekî eşkere meşeke maratonî ya çil salî û ger em serdema nepenî ya dibistana seretayî û ya duyemîn jî bihesibînin, 50 sal derbas kir. Beriya her tiştî divê ez û dêûbav bi êş û jan bibêjin ku divê hemû bi navê mezinên me bala xwe bidin rewşa zarokan û bi civakbûneke rast giyanê wan têr bikin, da ku zarok bi êş û hêrseke mezin neçin bezên maratonê! Dewlet û civak êdî li hêviya çareseriya lezgîn a pirsgirêka Kurd a ku gelekî zelal bûye. Pirsgirêk cihê xwe dîtiye, niha çareseriyeke saxlem dixwaze. Pirsgirêka Kurd a ku li ser hîmê hest û îsyana zarokekî bêrûmet û çavê xwe vedike ku di şert û mercên gelek nebaş de bijî, derdikeve holê, di rewşa xwe ya îroyîn de rastî rewşek bi tevahî gerdûnîbûyî tê. Heya ku rewşa gerdûnî ya pirsgirêkê were jiyîn, neçar e ku çareserî di şert û mercên gerdûnî de were gerandin. Ji bo vê jî xwedî zihniyeteke gerdûnî ye. (…)”
Gotûbêja têgeh û teoriyên taybet ên Kurd û Kurdistanê
Abdullah Ocalan di beşa yekem de diyar dike ku têgeh û teoriyên taybet yên Kurd û Kurdistanê şênbre girtiye dest û got: “Dema ev tê kirin, rastiya civaka dîrokî her tim li ber çavan tê girtin. Bi vî awayî bi têgihiştineke zelaltir rast û pirsgirêka kurd têxe rojevê û gihandina çareseriyê hêsantir dibe. Mebesta min ji rehetiyê bi taybetî têgihîştina rastiya qirkirina çandî ya veşartî û fêhmkirina çareseriya tinebûnê ya modernîteya kapîtalîst e, an jî rastir rola wê ya di qirkirinê de ye. Pirsgirêka ku herî zêde di têgihiştina pirsgirêka kurd de diafirêne, têkiliya wê ya esasî ya bi pergala hegemonîk re ye. Bi taybetî girîng e ku têgînên desthilatdarî, dewlet û rêveberiyê bi şareza were pênasekirin. Wekî din, têgihîştina ferq û têkiliya di navbera dewlet û demokrasiyê de girîng e. Bêyî pênaseya rast a ferqa têgeha desthilatdarî û siyasetê, ne demokrasî û ne jî çareseriya demokratîk nayê destgirtin. Di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de danasîna têgînên çîn, gel û netewe jî xwedî roleke girîng a amûran e. Pêwîst e ku têgînên dewlet û civakê yên ku di bingeha van hemû têgehan de rola xwe dileyizin, li ser bingehek zanistî were diyarkirin. Pêwîst e ku pênaseya rast a hiqûq û ehlaq jî li danasîna têgehên bi vî rengî yên kategorîk were zêdekirin. Tehlîlkirina rast a demokrasî û têgînên dewletparêz ên sosyalîzma reel ku xwe weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst nîşan dide, ji bo zelalkirina mijarê jî girîng e.”
Rastiya Kurd…
Abdullah Ocalan di beşa duyemîn de wiha dibêje: “Pirsgirêka Kurd şênber neyê çareserikrin wê çareseriyek mayîn de jî ne pêkan be. Hegemonyaya kapîtalîst bi berfirehbûna xwe ya li Rojhilata Navîn di van du sedsalên dawî de, di giranbûna pirsgirêka Kurd de roleke diyarker lîstiye. Di vê rewşê de jî mîna jenosîda Ermeniyan, mîna lêdana avê di hawanê de têkçûn pêkan e. Bi taybetî bêyî diyarkirina hemû aliyên têgihîştina faşîzma Tirk a Spî, mirov nikare têgînên komar û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê were fêmkirin. Tenê bi zelalkirina feraseta faşîzma Tirka Spî, têgînên darbeya leşkerî, wesayet, her cure rejîmên antî-demokratîk û civaka şîdetê ku hîna jî bi hemû hêza xwe hebûna xwe didomînin, bi tevahî têgihîştin. Bi taybetî jî analîzkirina têkiliya di navbera neteweperestiya sexte û cinsiyetparêz û hêzên hegemonîk ên kapîtalîst, ajantî û sazîbûna vê têgehê de girîng e. Rast têgihiştina pêkanînên qirkirinê yên li Anatolya û Mezopotamyayê girêdayî rast pênasekirina vê têgehê ye. Her wiha ev faşîzma Tirk a Spî li pêşiya demokratîkbûna komarê astenga sereke ye.”
Têkiliya tevgera netewa Kurd û netew-dewletê
Abdullah Ocalan di beşa sêuyemîn de têkiliya tevgera netewa Kurd û netew-dewletê digire dest. Der barê mijarê de vê tespîtê dike: “Gi giranbûna pirsgirêka Kurd de esasên bi bandor divê baş bên fêmkirin. Wek tiştekî ku ne pêkane neçareseriya wê tê girankirin û ev sedema herî bi bandore. Xwesrebûn û pêkanînên demokratîk federalîst ku berê gelek caran pêk hatine, ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd jî wek pakêteke çareseriyê ya dewlemend tê pêşkêşkirin;Tevî rastiya netew-dewletê. Pênaseyên rast ên têgînên sereke yên siyaseta demokratîk û xweseriya demokratîk ji bo çareseriyê jiyanî ne.
Di pêşxistina demokrasiya Rojhilata Navîn de û ji ber vê yekê di çareseriya demokratîk a hemû pirsgirêkên civakî de rola sereke di ezmûna çareseriya demokratîk a li Kurdistanê de ye. Statûya niha ya Kurdistanê, an jî rastir, yekitiya dîrokî ya çarenûsê ya ku Kurdan bi hebûna neteweyên tirk, ereb û fars, ku neteweyên cîranên herêmê yên sereke ne û her wiha Ermenî, Suryanî û Tirkmenan ku hêmanên wan ên navxweyî ne, pêkan dike ku çareseriya demokratîk a Kurdistanê bi bandora domînoyê li tevahîya Kurdistanê belav bibe. Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê, çareseriya Rojhilata Navîn a Demokratîk ava dike.”
Nirxandina PKK’ê
Abdullah Ocalan di beşê çar, pênc û şeşan de PKK’ê dinirxîne û dibêje: “Her çiqas di dîroka PKK’ê de bi kûrahî têgihiştina pirsgirêka Kurd û derbaskirina nêzîkatiyên netewe-dewletperestî pêşketineke girîng e, pêwîst e hemû hêzên dewletî û siyasî yên Rojhilata Navîn fêm bikin ku PKK veguheriye avahiyeke hîn analîtîk. Etîketa 'terorîst' a li ser PKK'ê hatiye girêdan, dibe sedema gelek xitimandinê û zirarê dide xwediyên wê. Modela xweseriya demokratîk a ku PKK di çarçoveya KCK’ê de hewl dide pêş bixe, ne tenê ji bo Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên civakên Ereb, Tirk, Îran, Afgan, Kafkasya û hemû civakên din ên bi heman rengî pirsgirêkan dijîn, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Abdullah Ocalan di beşa heftan de jî baldikşîne ser bandora pirsgirêka Kurd ya li ser Rojhilat aNavîn û modernîteya demokratîk û her wiha li ser derfetên çareseriya modernîteya demokratîk disekine. Di beşa encamê de Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd di du çarçoveyên modernîteya cuda de dinirxîne.