
Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (12)
- 09:05 12 Sibat 2025
- Dosya
Bersiva mîlyonan a ji bo Komploya Navneteweyî
Rozerin Gultekîn
STENBOL - Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Her ku komplo berfireh bû bi mîlyonan kesî got "Ocalan îrdaeya min ya siyasî ye". Berxwedana Birêz Ocalan, zemîna demokratîk û azadixwaz a avakiriye gava herî girîng ya sedsala 21’ê bigihîne zemîna hiqûqî û demokratîke.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji wê rojê de ev 26 sale di bin tecrîda giran de tê girtin.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa der barê mijarê de axivî.
* Hûn dikarin pêvajoya komploya navneteweyî ya di 1999’an de pêk hat binirxînin? Derbarê rola aktorên tevli komployê bûn hûn çi dibêjin?
Pêvajoyek di sala 1999’an de pêk hat û hûn weke komployeke navneteweyî pênase dikin heye. Peyva navneteweyî ku rengdêra mijara ku em jê re dibêjin komploya navneteweyî girîng e. Di pêvajoya ku di navbera 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an de pêş ket, derketina Birêz Ocalan ji Sûriyeyê û gelek caran cihê guhertina wî û tevlîbûna piralî ya Ewropa û Amerîkayê nîşan dide ku ev pêvajo bi rastî jî pêvajoyek pir aktor e. Ji ber vê yekê rewşa ku di wê serdemê de di derbarê Birêz Ocalan de pêk hat, karakterê navneteweyî yê vê komployê diyar dike. Pênaseya komployê di Saziya Zimanê Tirkî de weke planeke bi awayekî komî û veşartî tê pênasekirin.
Birêz Ocalan lêgerê vegerandina azadiya Kurd bû. Birêz Ocalan ji sala 1993'yan û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û vegerandina azadiya Kurdan li gelek rêyên çareseriyê geriya. Li muxatabên xwe geriya û bi dehan carî bang kir. Di rastiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya demokratîk û afirandina raya giştî de ji Sûriyeyê derket.
Di heman demê de hem ji aliyê Tirkiyê û hem jî ji aliyê Amerîkayê ve li ser Sûriyê zextek hebû. Weke mînak em dizanin ku Amerîka piştî bîst salan piştî 1974’an, di sala 1994’an de berî ku birêz Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derkeve, cara yekem serdana Sûriyê kir. Weke ku di çapemeniyê de hat ragihandin, di vê serdanê de piraniya hevdîtinên li ser birêz Ocalan pêk hatin. Di sala 1996’an de di navbera Yewnanîstan û DYA’yê de hevdîtinek pêk hat û birêz Ocalan hate kirin mijara muzakereyê. Ev hemû pêvajo bi rastî li cihekî ne ku rola Amerîkayê di vê komploya navneteweyî de diyar dike.
Radestkirina birêz Ocalan a ji bo Tirkiyê tevî cezayê darvekirinê di çarçoveya planeke kolektîf û veşartî de bû. Her wiha li ser tasfiyekirina azadiya Kurdan a bi nûnertiya Birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan bi xwe jî dibêje, ‘Rejîma Îmraliyê ne li ser min, der barê tasfiyekirina azadiya Gelê Kurd e.’
* Der barê pêvajoya girtina Abdullah Ocalan û pergala muebta giran ya derbarê wî de hûn çawa dinirxînin?
Birêz ocalan di 16’ê Sibata 1999’an de teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Wê demê rayedarên dewletê daxuyanî dabûn û gotibûn ‘Çima dane me, em fêm nakin’. Revandina wî û radestkirin tunekirina hiqûqa navneteweyî bû. Ligorî peymanên navneteweyî û peymanên statuya penaberan, li gorî peymana Dublîn rêgeza dema xetereya jiyanê hebe nayê şandin heye. Lê Birêz Ocalan bi kêfî bi korsanwarî şandin Tirkiyeyê. Wê demê cezayê darvekirinê li Abdullah Ocalan birîn. Di 2005’an DMME’ê biryara binpêkirina darizandinê da. DMME’yê nedît ku radestkirina Ocalan li dijî hiqûqa gerduniye. Dosya girtin û mekanîzmayên Ewropayê tiştek nekirin.
Birêz Ocalan demek kurt de hat darizandin û cezakirin. Ev divê wek garabeta hiqûqî bê nirxandin. Li pêş parêzeran astengiyên mezin hebûn. Piştî cezayê darvekirinê wek cezayê meubeta giran hat dayîn. Lê cezayê muebeta giran jî li dijî mafê mirovan e. DMME’ê di 2014’an de der barê de biryar da û gotibû cezqayê muebeta giran îşkenceye û binpêkirina mafê hêviyê ye.
* Bi salan hevdîtina malbat û parêzeran hat qedexekirin. Nêzîkatiya CPT û saziyên din yên navneteweyî li dijî vê çi bû?
Abdullah Ocalan ji roja teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin li Îmraliyê tê girtin. Rejîmek awarte li Îmraliyê tê meşandin. Hevdîtinên malbat û parêzeran heta 2011’an de bi awayekî kêfî hatin redkirin û astengkirin. Ji 2011’an heta 2019’an hevdîtinên parêzeran nehatin kirin. Di 2019’an de di encama grevên birçîbûnê de 5 hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji wê rojê de yek hevdîtineknehatiye kirin. Li dijî vê rewşê bêguman divê sekna CPT jî cuda be û bi bandor be. Peywira CPT’ê ev e ku pêşî li îşkenceyê bigire û têbikoşe. Li Îmraliyê îşkenceyek meiznmijara gotinê ye. Ev ji aliyê DMME’ê ve hat tescîlkirin. Raporên CPT di vî alî d ehene. Divê CPT lidijî rewşa Îmraliyê demildest bikeve tevgerê.
* Abdullah Ocalan vê pêvajoyê de helwestek çawa pêş xist? Li gorî we komploya navneteweyî çawa vala hat derxistin?
Hem komplo hem tecrîd ruyê rejîma madalyone. Ruyê din yê madalyonê berxwedana birêz Ocalan e. Bê guman, jinan azadiya xwe li Îmraliyê dît û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan xiste navenda têkoşîna xwe. Ji paradîgmaya civaka azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk a ku birêz Ocalan afirandiye, nikare bê nirxandin. Serdema ragirtina birêz Ocalan a li Îmraliyê gihişt 26 salan. Parastinên ku di heyama 26 salan de derxist holê, tevî komplo û rejîma tecrîda navneteweyî, peyamên ku ji raya giştî, jinan, civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan re hatin dayîn an jî tecrîda Îmraliyê heta radeyekê hate şikandin, hem pir realîst û hem jî pir mantiqî hate dîtin. Her wiha moral û motîvasyon afirand. Bi hezaran hevrêyên me yên parêzer ji bo bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin di navberên cuda de serlêdan kirin. Bi zêdebûna tecrîdê re, daxwaza gel a ji bo azadiya Birêz Ocalan hîn zêdetir bû.
Her ku tecrîd giran bû û komplo berfireh bû bi mîlyonan kesî got ‘Ocalan îradeya min ya siyasî ye’. Birêz Ocalan di nokteya çareseriya riyên aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e wek mifte tê dîtin. Şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan wê mijara sereke a pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê ve bike be.Tevî tecrîda 26s alan Abdulalh Ocalan bi paradîgma xwe komplo vala derxistiye.
* Raporên der barê binpêkirinên mafan yên Îmraliyê de we amadekirine çine? Ji bo çareseriya van binpêkirinan divê kîjan gav bên avêtin?
Îmrali qadeke ku hiqûq lê tuneye û derveyê hiqûqiye. Tu qanûn û normên navneteweyî li wir derbas nînin. Hiqûq li Îmraliyê tuneye. Ji 2012’an de ji 70’ê zêdetir serlêdanên şexsî ji bo Dadgeha Destura Bingehîn hatine kirin. Lê ev serlêdan yek nayên temam kirin. NY’ê biryara tedbîrê ji bo Abdullah Ocalan di 2021 û 2022’yan de dabû hebû. Hatibû gotin ku divê parêzer hevdîtinan bikin. BiTirkiyeyê hat bibîxistin ku divê ev bên kirin. Lê Tirkiyeyê ev biryar heta niha neaniye cih. Gelek name ji CPT re hatin şandin. Lê hîna CPT neketiye tevgerê. Biryarek nehatiye girtin.