
Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (10)
- 09:06 10 Sibat 2025
- Dosya
Li dijî komploya navneteweyî berxwedana jinê
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, asta pêşketina ku jinên Kurd danî holê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ di asta global de ji bo jinan bû çavkaniya îlhamê.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ev di alî têkoşîna azadiya gelê Kurd de bû nokteyek dîrokî. Vê pêvajoyê di alî gelê Kurd hem di alî îdeolojîk hem di alî rêxistibûnî de bandorek giran kir. Ev serdema dijwar di heman demê de nîşan dide ku serdemek tê de Tevgera Jina Kurd xwe bi stratejiyên xweser ji nû ve ava kir û modela têkoşînê ya ku sînorên neteweyî derbas dike afirand. Veguherîna bîrdozî, rêxistinî, siyasî û dîplomatîk a ku Tevgera Jinên Kurd di vê pêvajoyê de pêşxistiye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadiya jinên cîhanê jî paradîgmayeke îlhamê afirandiye.
Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bû sembola vê têkoşînê û jinên Kurd li dijî pergala serdest a mêr îdeolojiya azadixwaz derxistin pêş. Ev felsefe îro ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê li erdnîgariyeke berfireh ji têkoşîna jinan re li dijî serdestiya mêr dibe rehber.
Veguherîna rêxistinî û îdeolojîk: Avakirina azadiya jinê
Tevgera Jinên Kurd piştî komploya navneteweyî ket pêvajoyeke veguhertina rêxistinî û bîrdozî ya li ser esasê xweseriya jinê. Di navenda vê veguhertinê de fikra afirandina pêkhateyên ku nasnameya yekta ya jinan di têkoşînê de xurt bike hebû.
Partiya jinê
Bersiva herî tund a ku jinên Kurd dan komploya navneteweyî, avakirina partiyê bû. Li gel ku rêxistinbûneke bêhempa ye, avabûna partiyê ya jinan jî bûye bingeha pêşketineke îdeolojîk. Rola pêşeng a jinan xurtir kiriye û rê li ber wan vekiriye ku nûnertiya xwe û rêxistinbûna xwe ya bêhempa di her qadê de pêş bixin.
Vejîna zanistiya jinê
Abdullah Ocalan beriya komploya navneteweyî "Îdeolojiya rizgariya jinê " pêş xist û vê bingeha îdeolojîk a Tevgera Jinên Kurd ava kir. Ev îdeolojî bi Jineolojiyê (Zanistiya Jinê) veguherî sîstemeke teorîk.
Jineolojî serdestiya ku jin di dîrokê de di bin desthilatdariya zilam de rû bi rû maye rexne dike û ji bo wekheviya zayendî pêk bîne feraseteke zanistî ya alternatîf derxistiye holê û pozîtîvîzma modernîteya kapîtalîst xistiye bin rexneyê. Bi vê nêzîkatiyê re şiyana jinê ya nivîsandina dîroka xwe ya xweser û beşdariya wekhev a di hemû qadên jiyana civakî de bi hêztir pêş xist.
Jineolojî ne tenê çarçoveyek teorîk, di heman demê de bûye rêberek têkoşînek zanistî ku pratîkên civakî vediguherîne. Nimûneyên vê paradîgmayê pêkanînên ku jin ji jiyana civakî bigire heta siyaset, perwerde, dîplomasî û aborî li erdnîgariyeke berfireh di her qadê de derdikevin pêş.
Pêşengiya jinan:Pergala hevserokatiyê
Saziya herî bingehîn a ku xeta azadiyê û têkoşîna jinên Kurd pêş dixe, di pergala hevserokatiyê de cih girtiye. Ev pergal û modela ku ji siyasetê dest pê kirî di her qadê de hatiye jiyîn, dîtina jinan zêde kiriye û rêgezek rêveberiyê ya li ser esasê wekheviyê pêş xistiye. Îro ev sîstem bûye sembola têkoşîna temsîliyeta wekhev di siyaseta Tirkiyeyê de.
Pêşketina aştiya civakî ya jinan
Rêgeza Abdullah Ocalan a “Bêyî azadiya jinê civak azad nabe” rê li ber jinan vekir ku di avakirina aştiya bi rûmet û pêvajoyên veguherîna civakî de rola pêşengiyê ya bingehîn bigirin dest. Jinên Kurd ne tenê di têkoşîna azadiya neteweyî de, di heman demê de ji bo aştiya civakî ya bi rûmet jî weke pêşengên çalak dest pê kirine.
Bandora global:Jin jiyan azadî
Şoreşa Rojava bû qonaxek ku Tevgera Jinên Kurd ne tenê di asta neteweyî de, di asta cîhanî de jî bi pêş xist. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ne tenê di qada leşkerî de, di qada civakî û siyasî de jî ji bo hêza jinê mînak e. Felsefeya “Jin jiyan azadî” li vir ne tenê dirûşmek bû, di heman demê de rêgeza bingehîn a pergala civakî ya hatî avakirin bû.
Kooperatîf, meclîsên gel û saziyên perwerdeyê yên bi pêşengiya jinan li Rojava nîşan dan ku çawa dikare wekheviya zayendî bi sazî bike. Ev model ji bo tevgerên jinan ên li çar aliyê cîhanê mînaka pêkhateyeke civakî ya alternatîf a nû da.
Bi taybetî di sala 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê, bi pêşengiya jinên Kurd bû serhildaneke civakî ku rû da. “Jin jiyan azadî” bû dirûşmeya herî xurt a vê berxwedanê û di demeke kurt de ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropa û Asyayê ve belav bû.
Ji bo tevgera jinan a global îlham
Tevgera Jinên Kurd jî ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê îlham daye tevgerên jinan. Bi saya tevnên hevgirtinê têkoşîna jinên Kurd di asta cîhanê de cihekî girîng girtiye. Bi taybetî jî şoreşa jinê ya li Rojava nîşan da ku li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst a serdest a mêr modeleke alternatîf e.
Ji azadiya jinan ber bi azadiya civakî
Tevgera Jinên Kurd bi pêşketina xwe ya piştî komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, asta bîrdozî û rêxistinî ya ku nîşan daye û têkoşîna azadiyê ya ku li ser bingeha felsefeya "Jin jiyan azadî" pêşxistiye, bûye hêzeke îlhamê. Ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo wekhevî û azadiyê ya mirovahiyê paradîgmaya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin çarçoveya îdeolojîk a vê tevgerê ava kiriye, xwerêxistinkirinên jinan vê îdeolojiyê xistine pratîkê.