
Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (9)
- 09:04 9 Sibat 2025
- Dosya
Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ya bi raporan
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de peyama "Tecrîd didome" da. Raporên Buroya Hiqûqê ya Asrin şert û mercên tecrîdê û pêvajoya tê jiyîn nîşan dide.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kir û piştî 43 mehan şûnde 23’yê Cotmehê de hevdîtin hat kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kir ku tecrîd didome û di 16’ê Cotmeha 2024’an de Dadgeriya Înfaza Bursayê got cezayê dîsîplînê ya sê mehan a nû heye. Di 26’ê Mijdarê de hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir. Der barê tecrîdê de ji 50’yî zêdetir doz li bendê encamê ne.
Me dozên ku ji 2012’yan şûnde hatine vekirin, tespîtên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) berhev kirin.
Komîteya li dijî Îşkenceyê ya NY’ê di 17-18’ê Tîrmehê de civîn pêk anî û çavdêriyên xew yên der barê Tirkiyeyê de aşkera kir. Komîteyê da zanîn ku mijara pêşniyarên hatine kirin de ji Tirkiyeyê heta 26’ê Cotmeha 2025’an agahiyê dipên.
‘Tecrîd didome’
Pêvajoya diyalogê ya 16’ê Tîrmeha 2014’an de destpê kir 22’yê Tîrmeha 2015’an de bidawî bû. Herî daweî Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan 24’ê Cotmeha 2024’an de piştî 43 mehan şûnde hevdîtin kir. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome.
‘Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hat binpêkirin’
Tecrîda giran û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tê wateya binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME).
Di 2012’yan de ji bo girtiyên li Îmraliyê serlêdanên Dadgeha Destura Bingehîn pêk hatin. Lê ji 50’yî zêdetir dosya hîn anehatine bersivandin.
Abdullah Ocalan tu car li nexweşxaneyek bi teşekul nehat dermankirin an jî ji aliyê heyeteke serbixwe ve ji dermankirinê nehat derbaskirin û ev daxwaz nehatin qebûlkirin.
Di 17’ê Mijdara 2009’an de 5 girtî neqlê Îmraiyê hatin kirin. Lê girtî Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş di 26’ê Kanûna 2015’an de birin girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîviriyê. Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û hamîlî Yildirim hîna li Îmraiyê tên girtin. Di 11’ê Çileyê 2016’an de hevdîtina parêzeran a 15 deqeyî pêk hat.
Girtiyên li Îmraliyê di huncreyan de dimînin û rojê tenê saetekê bi armanca sohbet an jî sporê tên gel hev. Rojê 4 aset jî mafê hewa girtinê heye. Rewşa niha jî nayê zanîn.
‘Karê ewil ê OHAL’ê zêdekirina tecrîdê bû’
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde di 21’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û bi hinceta KHK’yê hevdîtinên parêzer û malbatan hatin astengkirin. Bi OHAL’ê re tecrîd hîn bêtir hat giranikrin.
Îdiayên ku hewl didin Abdullah Ocalan birevînin
Piştî hewldana darbeyê hat îdiakirin ku planên bombekirina Îmraiyê û revandina Abdullah Ocalan heye. Ji ber van nûçeyan parêzeran serlêdan kirin lê serlêdan hatin redkirin.
‘CPT ne bi girtiyan re bi rayedaran re hevdîtin kir’
CPT’ê di 29’ê Tebax û 6’ê Îlona 2016’an de serdana Tirkiyeyê kir. Lê li şûna biçe Îmraliyê bi rayedaran re hevdîtin kir. Di 2017’an de ji welatên cuda heyeta ji parlamenterên parlamentoya Ewropayê, sendîkavan, akademîsyen û aktîvîstên mafê mirovan pêk dihat ji wezareta dadê daxwaza randevuyê kir lê serlêdan bê bersiv man.
‘Daxwaza hevdîtina 250 hiqûqnasan hat redkirin’
Di 24’ê Mijdara 2017’an de 250 hiqûqnas û parêzerên ji baroyên cuda yên Tirkiyeyê jib o hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Lê serlêdana wan hat revkirin. Wezareta dadê der barê randevuyê de bersiv neda. Serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn a bi daxwaza diyarkirina binpêkirinên qedexeya îşkenceyê, mafê ewlehiyê, mafê darizandina adil, mafê serlêdana bi bandor û qedexekirina cihêkariyê di sala 2015’an de hatibû qebûlkirin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn ti biryar negirt.
Piştî OHAL’ê di 27’ê cotmeha 2016’an de der barê qedexeya hevdîtinên Îmrlaiyê de serî li DDB’ê hatibû dayîn. Qedexeya piştî OHAL’ê hatibû dayîn tevî qedexeya îşkenceyê hat teqezkirin.
‘Der barê dadger û dozger de doz encam nebû'
Di 21’ê tebaxa 2017’an de der barê qedexeyên hevdîtin û serlêdanên hevdîtinê de serî li Lijneya Dozger û Dadgeran hat dayîn. Lê di vê mijarê de tu pêşketin çênebû.
Di çarçoveya qanûnên înfazê yên bi hejmara 4675 û 5275'an de ku berpirsyariya parastina girtiyan ji îşkenceyê ferz dike de, di 19'ê Cotmeha 2017'an de ji bo rakirina tecrîda mutlaq serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bursayê dabû. Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bursayê dîsa bi hinceta Rewşa Awarte û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya bi hejmara 667'an de ev daxwaz red kir.
Rêziknameya Saziyên Înfaza ceza û Lijneya Şopandina Girtîgehan diyar dike ku du mehan carê girtîgeh bên ziyaret kirin raporên der barê vê de çar mehan carê ji dadgeriya înfazê re bê şandin. Ji bo başkirina şert û mercan serlêdan hat kirin lê bersivek nehat girtin.
Piştî nûçeyên der barê tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan de, ji bo hevdîtinê demildest tedbîr bên xwestin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaz red kir û di derbarê esasê de ti biryar neda.
‘Qedexeyên pirtûkan didomin’
Qedexeyên ji bo gelek pirtûkên Abdullah Ocalan didomin. Tevî di 24’ê hezîrana 2014’an de DDB’ê biryar da ku azadiya fikr û ramanê tê binpêkirin jî dadgeha herêmî qedexe kiribû. Tevî hemû hewldanan qedexeyên hevdîtina parêzeran û şandina nanemeyan hatin astengkirin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê îtîraz hemû hatin redkirin, qedexeyên hevdîtinan berdewam kirin.
Sedema cezayên dîsîplînê nehatin nîşandan
Serlêdanên hevdîtina malbatê ji aliyê 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve, bi hinceta xalên 59, 114 û 115'an ên zagona bi hejmara 5275'an, tevî ku hevdîtinên malbatê birêkûpêk nake jî, hatin redkirin.
Bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 7’ê Mijdara 2018’an de li girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di 12’yê Çileyê 2019’an de bi hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Abdullah Ocalan re çalakî bidawî bûn.
Di sala 2019’an de di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’yê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de bi giştî 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatin.
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2’yê Gulanê de deklerasyona demokrasiyê ya 7 xalî bi rayagiştî re parve kir. 7 xal wiha ne:
* Di pêvajoya dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de pêwîstî bi lihevkirineke civakî ya kûr heye.
* Di çareserkirina pirsgirêkan de, ji her nakokiyan dûr, pêwîstî bi rêbazeke muzakereya demokratîk heye.
* Ne bi tundiya fîzîkî, bi taybetî bi şer, bi hêza nerm, yanî bi hêza hizrî, siyasî û çandî, em dikarin pirsgirêkên Tirkiyê û heta herêmê jî çareser bikin.
* Em di wê baweriyê de ne ku di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de pirsgirêkên li Sûriyeyê bi dûrketina ji çanda şer çareser bibin; Divê armanc were çareserkirin ku rewşa ku tê de ne, di çarçoveya perspektîfa demokrasiya herêmî ya ku bi destûrî hatiye garantîkirin, di çarçoveya yekperçetiya Sûriyê de. Di vê çarçoveyê de divê mirov li hemberî hesasiyetên Tirkiyeyê hestiyar be.
*Em hurmetê didin berxwedana hevalên xwe yên li hundir û derveyî girtîgehê, lê em dixwazin vê yekê negihînin wê astê ku tenduristiya wan bixe xetereyê û bibe sedema mirinê. Ji bo me tenduristiya wan a derûnî, bedenî û ruhî di ser her tiştî re ye. Em jî di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî watedar bi pêşxistina sekna derûnî û giyanî ve girêdayî ye.
* Helwesta me ya li Îmraliyê bi biryar e ku îfadeya ku me di Deklerasyona Newroza 2013'an de anîbû ziman, hîn kûrtir û zelaltir bike.
* Ji bo me aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyasî ya demokratîk esas e.
Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 22’yê Gulanê de jî diyar kir ku ew ji bo edalet, azadî û heqîqetê têdikoşe û siyaseta mirinê nameşîne.
Abdullah Ocalan di hevdîtina 12’yê Hezîranê de jî wiha got: “Em li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Siyaseta me polîtîkaya jiyanê ye û wiha pênase dike: “Ez lêgerê edalet, azadî û heqîqetê me. Lê ez siyaseta mirinê jî nakim. Dadmendiya rasteqîn, demokrasiya rastîn, azadiya rastîn. Ez jî 21 sal in li vir im. Ez piştrast dikim ku hem ez û hem jî gelê min sax bin. Li dijî siyaseta du alî divê xeta sêyemîn bê temsîlkirin.
‘Tecrîdê berdewam kir’
Piştî sê hevdîtinan Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê daxwaza parêzeran a hevdîtinê ya 66’emîn red kir. Qedexeyên hevdîtina malbat û parêzeran sîstematîk hat meşandin. CPT’ê wê demê di serdana pêk anî de ev di rapora xweya 2020’an de vegot.
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî
Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ji bo sala 2020’an biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da. Heyeta ku ji rewşenbîr û zanyar Melanie Gingel, Felix John Padel, Julie Ward, Savanah Taj û Ogmundur Jonasson pêk tê, di 17’ê Sibata 2020’an de encamên xwe yên girîng bi raya giştî re parve kirin.Di raporê de hat diyar kirin ku li Îmraliyê miskalê mafê mirovan tuneye.
CPT rapora xwe ya der barê sedanên 28-29’ê Nîsanê yên 2016’an piştî du salan şÛnde di 20’ê Adara 2018’an de parve kir. CPT di 6 û 17’ê Gulana 2019’an de li ser Bertan hevdîtina Îmraliyê pêk anîn lê der barê naverokê de tu parvekirinek nekirin.
Piştî vê rapora CPT’ê, di 24’ê Cotmeha 2020’an de Komîsyona Daîmî ya Meclîsa Parlamenteran a KE’yê jî rapora Komîteya Şopandinê ya rakirina tecrîda li Îmraliyê pejirand.
‘Tirkiyeyê bi girankirina tecrîdê bersiv da rapora CPT'ê'
Bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Raporên CPT’ê jî biryarên nû yên qedexeyê bûn. Tirkiyeyê bi girankirina tecrîdê bersiv da raporên CPT’ê.
Di 2020’an de tenê serlêdaneke malbatê hat qebûlkirin. Abdullah ocalan di 3’yê Adara 2020’an de bi malbatê re hevdîtin ki rû di 27’ê Nîsana 2020’an de jî yek jê hevdîtian telefonê du caran agahî jê hat girtin. Di hevdîtina 3’yê Adarê de derket holê ku di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê şewatek derketiye û ji vê hevdîtinê ev gotin hatin ragîhandin: “Tirkiye niha li ser maseya du ling e; Bêyî lingê sêyem, wê hilweşe. Lingê sêyemîn jî Kurd in. Bêyî Kurdan wê nemîne. Lê hewl didin ku kurdan bi awayê xwe biafirînin. Ev jî nebû, nabe.”
Piştî vê serlêdanên ji bo hevdîtinê hatin kirin nehatin bersivandin an jî sûcên dîsîplînê hincet hatin nîşandan. Li dijî biryarên lijneya dîsîplînê serlêdanên riyên hiqûqî jî hatin astengkirin.
Hevdîtina telefonê ya 20 deqeyan
Di pêvajoya pandemiyê de serlêdan hatin kirin lê hatin redkirin. Di 27’ê Nîsana 2020’an de yekem car li Îmraliyê mafê telefonê hat bikaranîn û girtiyan her yekê 20 deqeyî hevdîtin bi malbatê re kirin.
Di 2021’ê de hevdîtinek telefonê ya kurt
Di 14’ê Adara 2021’ê de nûçeyên ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye derketin û li esr vê di 25’ê Adarê de Mehmet Ocalan hevdîtinek telefonê ya 3-4 deqeyan bi Abdullah Ocalan re pêk anî. Di 7 salan de tenê sê caran hevdîtinên bi malbatê re hatin kirin.
Ji rêxistinên maf bo CPT’ê bang
Di 2021’ê de ji bo CPT’ê çar serlêdan hatin kirin. Ji rêxistinên maf serlêdan hatin kirin. Ji bo Dadgeriya înfazê, Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevkîfê, Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan, Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê û Saziya Wekhevî û Mafê Mİrovan aTirkiyeyê serlêdan hatin kirin.18 baroyan, CÎSST, ÇHD, ESHÎD, Navenda Bîrê, ÎHD, OHD, MED-TUHADFED, TOHAV, TTB Û TÎHV cuda serlêdan kirin. Di asta navneteweyî de jî gelek saziyan serlêdan kirin. Lê wezareta dadê tu bersiv neda serlêdanan.
Erdhej nehat axaftin
Di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê Mereşê pêk hat, bajarên ku xizmên girtiyan lê dijîn jî mexdûr bûn, lê girtî nekarîn mafê xwe yê hevdîtinê bi malbatên xwe re bi kar bînin. Di dema ku li ser îhtimala erdheja li Behra Marmarayê hat axaftin, li Gemlîkê di 4'ê Kanûna 2023'yan de bi lerza 5,1'an erdhejek pêk hat. Ji ber van sedeman daxwazên hevdîtinê yên bi Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehan a têkildarî nirxandina şert û mercên girtîgehê nehat bersivandin.
Hincet “Ewlehî”…
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di sala 2024'an de 96 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Ceza ya Îmraliyê dabûn û malbat û wasî jî 42 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn û hatin redkirin. Bi hinceta “ewlehiyê” jî naveroka dosyayê nehat dayîn. Derbarê serlêdanê de ne erênî û ne jî neyînî bersiv nayê dayîn.
Banga 'Çalakiya lezgîn'
Di sala 2024’an de ji bo CPT’yê 4 serîlêdanên cuda pêk hatin. Di sala 2024'an de "Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasên Li Dijî Tecrîdê" ku ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Spanya, Îtalya û Norwêcê 12 parêzer jî hebûn, li Amed û Stenbolê rêze serdan kirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtî derneketin hevdîtinê û mafê xwe yê telefonê boykot kirin û her wiha ji bo piştevaniyê jî li derve bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakî hatin lidarxistin. OHD di 22’yê Çileya 2024’an de bi tevlîbûna hezar û 330 parezeran serî li Baroya Amedê dan û daxwaza rakirina tecrîdê û bi dawîkirina bêhiqûqiyê kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 17'ê Gulanê de ji bo miwekîlên xwe "çalakiya lezgîn" serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan.
Serdanên şandeyên Ewropayê
Heyeta DEM Partiyê û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Îbrahîm Bîlmez, bi armanca tevlîbûna civînên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) ku wê di navbera 30'ê Îlon û 4'ê Cotmeha 2024'an de bên lidarxistin, rêze hevdîtin pêk anîn. Her wiha şandeya ku ji Ewropayê hatîn di 2’yê Kanûnê de serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kirin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê...
Piştî axaftin û hewldana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gelek nîqaş kirin. Piştî vê bangê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024’an de hevdîtinek pêk anî. Piştî 43 mehan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk hat. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ew peyam da: "Eger şert û merc pêk bên, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê ber bi qada hiqûqî û siyasî ve bikşînim." Herî dawî parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê. Daxuyaniya ku piştî hevdîtinê hat dayîn de çaroveya ku ji 7 xalan pêk tê hat eşkerekirin.
* Ji nû ve xurtkirina xwiş û biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan girîngiyeke çarenûsî û lezgîn e.
* Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, bêyî ku di hesabên teng û demkî de asê bimînin, însiyatîf, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji platformên herî girîng ên ji bo van tevkariyan bê guman wê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê be.
* Bûyerên li Xezze û Sûriyeyê nîşan da ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi destwerdanên derve her ku diçe girantir dibe, êdî nayê taloqkirin. Beşdarî û pêşniyarên opozîsyonê jî ji bo bidestxistina serketinê di karekî ku rasterast bi giraniya vê mijarê re têkildar e, hêja ne.
* Biyarbûn û îradeya min heye ku tevkariya erênî ya pêwîst ji bo paradîgmaya nû ya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêzê didinê bikim.
* Dê heyet vê nêzîkatiyê hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Li gorî van tiştan ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û bangawaziyê bikim.
* Hemû hewldanên me wê welat bigihîne asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî wê bibe rêberek pir hêja.
* Ev serdem ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye.
Di hevdîtina duyemîn a bi Abdullah Ocalan re hat gotin ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê dixebite. Her çiqas muzakere dewam bike jî pêvajo di çarçoveya qanûnî de dewam nekir û tecrîd bi dawî nebû.