ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 28 Çile 2025
- Rojev
* Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat, li ser gavneavêtina hikûmeta AKP'ê gelek nîqaş hatin kirin. Abdullah Ocalan, çarçoveya destûrî, rêveberiyên herêmî, pirsgirêkên herêmî û pirsgirêkên zimanê dayikê, di dema danûstandinên sala 2013'yan de diyar kir ku dê çareserî çawa be.
*Penabera bi navê A.N.ya ku li Navenda Vegerê ya Harranê dimîne, diyar kir ku li wir ji aliyê hin rayedaran ve îşkence lê hatiye kirin û ji ber zext û îşkenceya ku lê hatiye kirin xwestiye întîhar bike. DÎMEN HEYE
*Jinên li Sûka Mezin a Gel a Wanê dixebitin diyar kirin ku ji ber krîza aborî lêçûna zêde bûye karê wan zehmet kiriye. Jinan rewşa heyî bi gotina " Ji ber ku her hefte biha dibin em di firotinê de zehmetiyan dikişînin. Bihayên hilberan her tim diguherin û ev rewş hem me û hem jî kiryarên me dixe tengasiyê. Pirsgirêkên me krîza aborî ye, lê belê divê em debara xwe bikin " anîn ziman. DÎMEN HEYE
*Endama Desteya Rêvebir a Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê wiha got:"Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe her wiha bi riya komên çeteyan li ser Sûriyeyê hewl dide ku desthiledariya xwe bide ferzkirin. Lewma di nava Sûriyeyek nû de yekîtiya hemû pêkhateyan girîng e. Her wiha divê jin bi rengê xwe bi çanda xwe tevî nava guhertinên nû bibe û projeya neteweya demokratîk, weke zemîn û stûnek bingehîn bigirin dest." DÎMEN HEYE