Parêzer Raziye Ozturk bi PE û CPT’yê re hevdîtin pêk anî
- 20:31 30 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk CPT jî di nav de bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, burokratên payebilind û hin komên cuda yên konseyê re hevdîtin pêk anî û xwest têkildarî tecrîda Îmraliyê pêngav werin avêtin.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi armanca hin hevdîtinên cuda derbasî bajarê Strasbourg ê Fransayê bû û bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, burokratên payebilind û hin komên cuda yên konseyê re hevdîtin pêk anî.
Raziye Ozturk di nava rojê de bi CPT’yê re jî hevdîtinek pêk anî û têkildarî cezayên dîsîplînê yên di sala 2024’an de û niha jî berdewam dikin yên li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine birîn, qedexeya dîtina parêzeran, bihiqûqiyên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê agahî dan.
Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayik Yagizay jî beşdarî hevdîtinê bû û têkildarî binpêkirinên li Îmraliyê û desteserkirina mafan agahî dan. Dosyaya têkildarî binpêkirinên mafan ên Îmraliyê yên salekê jî ji rayedarên CPT’yê re hate teslîmkirin.
Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku tevî pêşniyarên CPT’yê jî Tirkiye van pêşniyaran bi cih nayne. Giringiya pêngaveke cidî ya CPT’yê ya li hemberî van yekan jî hate destnîşankirin û bi dosyaya têkildarî tecrîd û bêhiqûqiyên Îmraliyê ji CPT’yê hate xwestin ku erka xwe bi cih bîne.