Li Sêrtê li dijî xespkirina îradeyê meş
- 19:21 30 Çile 2025
- Rojane
SÊRT - Der barê tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya Sêrtê li bajêr meşên protestoyî tên lidarxistin û ji bo çalakiya nobedê ya ku wê sibê were lidarxistin, bang hate kirin.
Li Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya Sêrtê bi meşên girseyî tên protestokirin.Meşa girseyî li pêşiya avahiya şaredariyê dest pê kir û heya Kolana Aydinlikê berdewam kir. Di meşê de seredana esnafan hate kirin û gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bijî Berxwedana Gelê Kurd’’, ‘’Em dê bi têkoşînê bi ser bikevin’’, ‘’Qeyûm dê biçin, gel dê bimîne’’, ‘’Bijî Berxwedana Sêrtê’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ hatin berzkirin.
Meş bi çepik, berzkirina dirûşmeyan û tîlîliyan li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû.Piştre daxuyaniyek hate dayîn û ji bo tevlîbûna çalakiya nobedê ya ku wê sibehî di navbera saetên 12.00-16.00’an de were lidarxistin, bang hate kirin.