Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî

  • 18:42 30 Çile 2025
  • Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrîşên li ser sivîl û xebatkarên tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kolana hunerê daxuyaniyek da. Gelek pêkhateyên platformê tevli daxuyaniyê bûn û pankarta ‘êrîşên li ser sivîl, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcê mirovahiyê ye’ vekirin û dirûşmeyên ‘şer rawestînin, sivîlan biparêzin’ hatin berzkirin.
Li ser navê platrormê Hevseroka Sendîka Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Wanê Fîgen Çolakoglu daxuyanî xwend.
 
‘Xebatkarên tenduristiyê hedef hatine girtin’
 
Fîgen Çolakoglu da zanîn ku  li herêma Tişrînê hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê binpêkirina hiqûqiyê ye û got: “Di êrîşa 28’ê Çilede ya Tirkiyeyê ya li Sirrînê de 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Dîsa rojên borî de di êrîşa SÎHA’yên aydê Tirkiyeyê de sivîl hedef hatine girtin û sê xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane, sê heb birîndar bûne. Her wiha li 5 ambulansan xistine û du heb hatine asta nikarin bên bikaranîn.” 
 
‘Em kesên bêdeng dimînin şermezar dikin’
 
Fîngen Çolakoglu daxuyaikrin ji êrîşên 8’ê Çile heta niha 27 sivîlî jiyana xwe ji dest dane bi sedan birîndar bûne û daxuyakirin ku ev binpêkirina mafê mirovan a hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê ye. Fîngen Çolakoglu da zanîn ku ew bêdengya li dijî êrîşên li ser sivîlan şermezar dikin û wiha got: “ Êrîşên li hember Gazzeyê sûc tên dîtin lê li Tişrînê li dijî êrîşan bêdengî heye. Em bêdengiyê şermezar dikin. Xebatkarên tenduristiyê divê bên parastin. Em wek platform bang dikin, divê êrîş bên rawestandin û hesab bêpirsîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.