Li Amedê civîna jinên karsaz

  • 12:20 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa jinan a DTSO'yê bi civînekê girîngiya rakirina astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di kar de û xebata hevbeş ji bo avakirina bajarekî dostê jinan destnîşan kir.
 
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) civîna xwe ya Meclisa jinan li Navenda Gastroinnovasyonê li dar xist. Berî civînê, ji bo hişyarkirina li ser penceşêra memikê daxuyaniyek hate dayîn û şerîtek pembe hate danîn.
 
Hevserokên jin ên DEM Paetiyê û gelek jinên karsaz beşdarî civînê bûn. Di civînê de astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di kar de, gavên pêwîst ji bo bajarekî dostê jinan û rewşa heyî hatin nîqaşkirin. Di civînê de girîngiya xebata hevbeş hate destnîşankirin.
 
Hevserokan her wiha li ser projeyên berdewam û hewldanên hevkariyê yên potansiyel şîrove kirin. Girîngiya hevkarî û piştevaniya jinan hate teqezkirin.