9'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

  • 15:51 18 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
AMED - Li Amedê bi sedan nivîskar weşanger û xwîner li hev kom bûn, peyama “Divê qedexekirina pirtûkan bi dawî be û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê” dan.
 
Bi hevkarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê , DTSO û TUYAP Fûarcilik û YEW-KURD'ê (Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî) 9'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuara Mezopotamyayê dest pê kir. Nûnerên sazî û dezgehên sivîl beşdarî vekirinê bûn. 
 
Hevseroka YEW KURD Asya Genim a ewilî axivî wiha got: “Civakeke ku wisa bifikirin ku xwendin û nivîsandina wê hatiye qedexekirin. Weşangeriya Kurd xwe ji tunebûnê avakiriye. Li hemû deverên cîhanê dewlet piştgiriya weşanxaneyan dike, lê Kurdî ji vê yekê bêpar e. Em ji xwe bawer in, divê bazarek me ya xwendin û nivîsandinê hebe. Ji bo vê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Divê em rastiyê biaxivin. Hîn jî pirtûkên Kurdî tên qedexekirin, ev helwesta zordar neexlaqî ye. Weşangeriya Kurd niha li ber xwe dide. Em ji xwe bawer in û bi hev re ne. Me Mîr Celadet Elî Bedîrxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Melayê Cizîrî bi hemd xwend û em li ser şopa wan in.”
 
Piştî Asya Genim, Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk axivî û got: “Ji bo pêşerojê divê em li mîrateya Amedê xwedî derkevin. Li vî welatî qedexekirina pirtûkan neqediya ye. Ez bi xwe ji xala 301ê hatim darizandin. Divê êdî hişmendiya qedexekirinan bi dawî be. Divê pirrengiya çandan were parastin. Dewlet bêyî ku asteng bike, divê xizmetê bide.”
 
Pêşengeha pirtûkan dê heta 26'ê Cotmehê bi panel û îmzekirina pirtûkan berdewam bike.