
Ji bo Pervîn Buldan daxuyaniya piştevaniyê
- 15:50 18 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan a Edeneyê diyar kir ku ew ê tu carî gotinên zayendperest û nijadperest ên li dijî Pervîn Buldan qebûl nekin.
Platforma Jinan a Edeneyê ji bo protestokirina gotinên zayendperest û nijadperest ên li dijî Cîgira Serokê Meclîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û endama Şanda Îmraliyê, li Parka Înonu daxuyanî li dar xist. Di daxuyaniyê ku gelek jin beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Em nêzîkatiya zayendperest û mêrperest qebûl nakin. Pervîn Buldan ne bi tenê ye" hat vekirin.
'Êrîş sîtematîk bûne'
Sevîl Araci ya ku metna daxuyaniyê xwend diyar kir ku êrişên li dijî jin û siyasetmedarên jin bi awayekî sîstematîk tên kirin û got: "Ne faşîzm, dê têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bi ser bikeve." Sevîl Aracci anî ziman ku jin di siyaset û her aliyê jiyanê de rastî tundiya mêran, xizanî, bêkarî û cudakariyê tên û got: "Hewldaneke sîstematîk heye ku hewl dide daxwazên jinan ên ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitepisîne û îradeya wan paşguh bike."
Sevîl Araci got: "Em bi tevahî êrişên li dijî jinan, siyasetmedarên jin û têkoşîna jinan qebûl nakin. Dengê jinan wijdanê vî welatî ye." Sevîl Araciyê diyar kir ku hedefgirtina siyasetmedarên jin "rewşeke panîkê ya pergala serdestiya mêran e" û got: "Zimanê ku nijadperestî, netewperwerî û zayendperestiyê rewa dike êrişeke eşkere li ser aştiya civakî ye. Yên ku vî zimanî hildiberînin, berdewamkerên şer û dijminatiyê ne."