
Der barê rojnameger Oznur Deger de lêpirsîneke nû
- 16:57 15 Cotmeh 2025
- Hiqûq
MÊRDÎN - Serdozgeriya Komarê ya Qoserê li dijî rojnameger Oznur Deger bi tohmeta "li dijî polîsan derketiye" lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Qoserê li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger bi tohmeta "li dijî polîsan derketiye" lêpirsîn da destpêkirin. Oznur Deger û parêzerê wê îro ji bo îfadedayînê çûn Midûriyeta Polîsan a Qoserê.
Rojnameger Oznur Deger di îfadeya xwe de diyar kir ku di 7'ê Sibatê de di serdegirtina polîsan a li ser mala wê de ew rastî îşkenceyê hatiye. Oznur Deger diyar kir ku berî ku destûr bê dayîn derî vekin, derî hatiye şikandin. Wê her wiha diyar kir ku di dema lêgerînê de, polîsan ew xeniqandine, çek dane serê wê û gefa kuştinê lê xwarine. Oznur Deger diyar kir ku îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk di tevahiya serdegirtinê de berdewam kiriye û bi bîr xist ku wê di 10'ê Sibatê de li dijî polîsên ku îşkence li wê kirine giliyê Serdozgeriya Komarê kiriye.
Her çend biryara "neşopandinê" derbarê gilîkirina Oznur Deger de hat dayîn jî, balkêş e ku heman polîsan Oznur Deger gilî kirine.