Çand û Huner a Ekîn hat vekirin

  • 09:02 18 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
STENBOL - Ozge Nîsa Eker da zanîn ku  Çand û Huner a Ekîn komunek nû ya ku ciwan û gel ziman û çanda xwe bi awayekî azad dijîn û hildibrînin ava dike û got: “Hewcedariya her kesî bi vê qadê heye.”
 
Çand û Huner a Ekîn li navçeya Avcilar a Stenbolê di çarçoveya bernameyên çand û hunerê de 12’yê Cotmehê de hat vekirin. Çand û Hûner a Ekîn ji pêngava çandî wêdetir, ji bo jin û ciwan û hemû gel çanda xwe, zimanê xwe dîroka xwe bi awayekî azad bijîn, parve bikin deriyê qadên komunê vedike. Yek ji hedefa herî girîng a saziyê avakirina ‘komuna çandê’ ye. Ji Çand û Hunerê ya Ekîn Ozge Nîsa Eker armanca vekirina saziyê vegot.
 
Ozge Nîsa Eker da zanîn ku sedema herî mezin a vekirina navendê eve ku her kes çanda xw bi awayakî azad bijîne û got: “Me dema ev navend vekir me xest her kes strana xwe û qadeke ku aydê wan e hîs bike.  Ji ber hewcedariyê me cihekî wisa vekir. Ji ber li hember gelek kes û nasnameyan polîtîka şerê taybet û asîmîlasyonê heye.  Ev polîtîkayên çand û polîtîkayên şer di esasa çandî de pêk tên. Ji ber dixwazin gel ji nasname û çanda xwe dur bikevin û ji ber vê ewil çandê tune dikin. Hewl didin yek tîp civak biafirînin. Me jî li dijî vê xwest em vê qadê ava bikin.”
 
‘Hedefa me komuna çandê ye’
 
Ozge Nîsa Eker destnîşan kir ku ev qadek çand û hûnerê ya ku her kes dikarin xwe lê îfade bike ye û ev tişt anî ziman: “Hewcedariya gel bi vê hebû. Navend wê bibe cihê ku jin, ciwan û civak çanda xwe lê bijîn, helbest û stranên xwe bêjin e.Ji vir şûnde em ê hîn bêtir mezin bibin. Belkî piştre bi konseptên cuda em ê li bajarên din jî navendê vebikin. Em li vir bi gelê vir rederketin rê. Em bi hev re komunekê ava dikin. Civaka me tenê ji vê taxê pêk nayê. Em di hişmendiya vê de ne. Hedefa me ev e ku li qadên din jî em vebikin. Gelek plansaziyên me hene. Em bang li hemû ciwanan dikin, werin em bi hev re komuna çandê ava bikin. Hedefa me ev e ku em bi pêşengiya jinan xwe pêş bixin.”