Ji Şaredariya Agiriyê hevdîtina jinan

  • 17:45 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
AGIRÎ – Şaredariya Agiriyê li taxa Fatîhê hevdîtina bi jinan re pêk anî û daxwaz û pirsên jinan guhdarî kirin.
 
Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Agiriyê, li taxa Fatîhê bi jinan re hat gel hev. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras jî tevli hevdîtinê bû. Jinan di hevdîtinê de daxwazên xwe pirsên xwe û pêşniyar parvekirin. Jinan diyar kirin ku bi hev re tevger hêza jinan xurt dike.
 
Hevşaredar Hazal Aras jî axivî û da zanîn ku ev gava ku li taxa Fatîhê avêtine wê li he rderê pêk bînin û bi jinan re bên gel hev û biryaran bigirin.