Ji Şaredariya Agiriyê hevdîtina jinan 2025-10-02 17:45:41   AGIRÎ – Şaredariya Agiriyê li taxa Fatîhê hevdîtina bi jinan re pêk anî û daxwaz û pirsên jinan guhdarî kirin.   Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Agiriyê, li taxa Fatîhê bi jinan re hat gel hev. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras jî tevli hevdîtinê bû. Jinan di hevdîtinê de daxwazên xwe pirsên xwe û pêşniyar parvekirin. Jinan diyar kirin ku bi hev re tevger hêza jinan xurt dike.   Hevşaredar Hazal Aras jî axivî û da zanîn ku ev gava ku li taxa Fatîhê avêtine wê li he rderê pêk bînin û bi jinan re bên gel hev û biryaran bigirin.