Li Ewropayê hevdîtina Meclisa Şêwirmend a Jinên Sûriyeyê

  • 15:58 1 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Şêwirmend a Jinan a Sûriyeyê ku girêdayî NY´yê ye, serdana Awisturyayê kir û civîn û hevdîtin pêk anîn. 
 
Di 28’ê Îlonê de Meclisa Şêwirmend a Jinan a Sûriyeyê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, çû Awisturyayê. 14 endamên meclisê beşdarî serdanê bûn. Serdan ji aliyê NY’yê ve hat birêxistinkirin. Di nava endamên meclisê de nûnera Kongreya Star jî cih girt.
 
Li gorî agahiyên me ji endamên meclisê girtine, hevdîtin bi Wezareta Karên Derve ya Awisturyayê re çêbûye, nîqaşên li ser peyamên siyasî û aborî hatine kirin. Li ser mijara federaliyê jî nîqaşek hatiye kirin. Hîn zêdetir wek perwerdeyeke derbas bûye. Di dîrokê de heta niha pêkanîna pergala federaliyê û çawa gihaştiye roja îro hatiye nîqaşkirin.
 
Rewşa siyasî ya Sûriyeyê hatiye nîqaşkirin. Welatên Ewropayê yên şer lê çêbûne û şerê navxweyî lê qewimîne ezmûnên xwe yên serkeftî û binketî vegotine.
 
Ji bo mafê karkeran jî bi odeyên parastina mafên karkeran re jî civînek hatiye çêkirin.
 
Meclis serdana welatek din nake û dê endamên meclisê di hefteya pêşiya me de serdana xwe bi dawî bikin.
 
Meclisa Şêwirmend a Jinan a Sûriyê di sala 2016’an de ji aliyê NY´yê ve hat avakirin. Wê demê ji 20 jinan pêk dihat, di sala 2024’an xwe nû kir û 15 jin weke endam hatin hilbijartin. kesên hatin hilbijartin divê jinên di nava civaka Sûriyeyê de xwedî biryar bin û di sazî û rêxistinên jinan de kar kiribin, ji pêkhate û baweriyên cuda bin. Meclis ji 3 jinên Kurd (yek Êzidî), 2 Elewî, 2 Ermen, 2 jinên Durzî û pêkhateya Ereb pêk tê. Erka wê ewe ku di aliyê siyasî û civakî de rewşa jinan û pêkhateyên Sûriyê bigihîne cihên eleqedar.