Li Qamişloyê Nagîhan Akarsel hat bibîranîn

  • 15:48 1 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê ji bo bîranîna rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel çalakiyeke çandî û hunerî li dar xist.
 
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Dêrikê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê ya 3´yemîn de, çalakiyek li dar xist.
 
Nagîhand Akarsel di 4´ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. 
 
Di çalakiyê de endamên navendê, hejmarek jinên bajêr amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, xwendekarên Dibistana Yûsif El Ezeme wêneyên li ser têkoşîna jinan û wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel pêşkêş kirin. Li kêleka wê jî jinan destkariyên xwe yên folklorîk pêşkêş kirin.
 
Navenda Jineolojiyê dê ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel û balkişandina ser mîrasa wê ya fikrî û têkoşînê, li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyan li dar bixe.