Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zurihê ye

  • 20:35 30 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Zurîhê a Swîsreyê bi çalakvan û aktîvîstên jin re civiya. Di civînê de rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de, misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û peymana 10'ê Adarê hatin nîqaşkirin.
 
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya gera xwe ya li Ewropayê de li bajarê Zurîh yê Swîsreyê bi çalakvan û aktîvîstên jin û endamên Mala Jinan a Girevê re civiya.
 
Di civînê de rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peymana 10'ê Adarê, diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.
 
Şandeyê teqezî bi girîngiya piştgiriya siyasî û misogerkirina mafên jinan û pêkanîna peymana 10'ê Adarê da.
 
Her wiha şandeyê di 6'ê vê Îlonê de dest bi vê gera xwe kir û tê de li Fransa, Almanya û Swîsreyê bi kesayetên siyasî, parlamenter û aktîvîstên jin re civiya. Di civînan de pirsgirêkên jinan, dosyayên mirovî, metirsiya vegera DAIŞ'ê û rêbazên avakirina Sûriyeya nenavendî ya pirreng hatin nîqaşkirin.
 
Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersûm pêk tê.