Ji bo Rojîn Kabaîş bang: Werin em bi hev re têkoşînê bidin

  • 16:43 27 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL - Jinên ku bi dirûşma"Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî kirin, gotin, "Em îdiayên xwekuştinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku hemû aliyên mirina Rojînê bi tevahî werin eşkerekirin." Jinan bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe ya kolektîf ji bo Rojîn Kabaîş xurttir bikin.
 
Komeleya Dema Jinan li Taxa Tarlabaşi Çukur bi dirûşma "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat?" ji bo Rojîn Kabaiş ku di 27ê Îlona 2024'an de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin beşdarî meşê bûn. Pankarta bi nivîsa "Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat" hate vekirin û dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Kuştina jinan polîtîk e" gelek caran hatin berzkirin. Daxuyaniya bi Kurdî ya çapemeniyê ji aliyê Newroz Ünverdi û ya Tirkî jî ji aliyê Dilek Başalan ve hate xwendin.
 
'Bila mirna Rojînê bê ronîkirin'
 
Newroz Uuverdî  di daxuyaniyê de ev bang kir : "Bila mirina Rojînê were ronîkirin. Bila lêpirsîn bi awayekî zelal were kirin. Bila her kesê ku di îhmalkariyê de tiliya wan heye werin darizandin. Bila tedbîrên lezgîn werin girtin da ku ewlehiya jinan li zanîngeh û wargehan were misogerkirin. Her wiha em bang li hemû rêxistinên jinan û endamên têkoşîna jinan dikin: Werin em bi hev re daxwaza xwe ya edaletê ji bo Rojînê zêde bikin. Werin em bi hev re li dijî polîtîkayên bêcezatiyê bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber ku em dizanin ku tenê bi têkoşîna rêxistinkirî em dikarin mafê jiyanê yê jinan biparêzin û pêşî li windabûnan bigirin."
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.