
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
- 11:38 24 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.