Li Peyasê Atolyeya Hayjêbûna Penceşêra Pêsîrê

  • 10:34 27 Adar 2025
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
AMED -Li Peyasê atolyeya hayjêbûna penceşêra pêsîrê hat li darxistin. Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên Şaredariya Peyasê û Sendîkaya Karkerên Tendirustî û Xizmeta Civakî (SES), ji bo jinan atolyeya hayjêbûna penceşêra pêsîrê da destpêkirin.
 
Xebatên pêşîlêgirtin û agahdarkirinê yên Şaredariya Peyasê yên ji bo jinan berdewam dikin. Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên Şaredariya Peyasê û Sendîkaya Karkerên Tendirustî û Xizmeta Civakî (SES) ji bo jinan atolyeya hişyarkirina penceşêra pêsîrê hat li darxistin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar beriya atolyeya ku li Navenda Jinan ya Şaredariyê pêk hat, axivî û diyar kir ku di penceşêra pêsîrê de teşhîsa zû çi qasî girîng be, ev atolyeyên agahdarkirinê jî ewqasî girîng e. Derbarê hayjêbûna penceşêra pêsîrê, girîngiya teşxîsa zû û tevdîrên pêşîlêgirtinê, jinên ku li ser navê Komeleya Têkoşîna Li Dijî Penceşêrê tevli xebatê bûn, qala tecrubeyên xwe û tevkarîya li pêvajoyê kirin.
 
Girîngiya teşhîsa zû di komxebatê de bi pêşengiya Jinan ku bi parvekirina tecrubeyên xwe beşdarî pêvajoyê bûn in, dê di sê hefteyên demên diyarkirî de bi dayîna perwerdehiyê xebatên xwe bidomînin.