Li Samandagê şermezarkirina komkujiya elewiyan

  • 16:19 24 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
HATAY – Jinên ku li dijî komkujiyên li ser elewî û jinan ên li Sûriyeyê nerazîbûn nîşan dan, li navçeya Samandagê dîwarê aştiyê çêkirin û meş li dar xistin. 
 
Înîsiyatîfê li navçeya Samandag a Hatayê ji bo protestokirina komkujiya li ser elewî û jinan a li Sûriyeyê li Samandaga Hatayê hatin gel hev. Di xwepêşandana ku jinên ji gelek bajaran beşdar bûn de, li Samandagê dîwarê aştiyê hate çêkirin. Paşê jinan ber bi Tirba Hîzîr ve dest bi meşê kirin.
 
Jinên ku pankartên bi nivîsa "Li Sûriyeyê elewî tên qetilkirin û jin tên revandin. Em bêdeng namînin" vekirin gelek caran dirûşma "Jin jiyan azadî", "Rizgariya bi tenê na, bi hev re rizgarî" "Bêdeng nemînin, ger hûn bêdeng bimînin dora we tê" û "Bijî hevgirtina jinan" berz kirin.
 
Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan jinan ku di destên wan de rihan hene û banga aştî li welatên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê kirin. Jinan dowîzên "Em hemû Elewî ne", "Bêdeng nemînin, biaxivin", "Jin nabin xenîmeta şer" hilgirtin, qetlîamên elewî û jinan protesto kirin û daxwaza jiyaneke bê komkujî kirin.  
Berdevka Meclisa Jinan a DEM'ê Halîde Turkoglu û Parlamentera DEM'ê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî piştgirî dan dîwarê aştiyê ku ji aliyê jinan ve hatiye çêkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi çepikan piştgirî dan jinan.
 
Jinan piştî meşa ku saetekê dom kir, li ber Tirba Xizrê ya li ser sînorê Rojhilatê Behra Spî daxuyanî dan.