Pergal di saziyên tendirustiyê de rê li ber tundiyê vedike

  • 09:02 24 Nîsan 2025
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Endama Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan têkildarî tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê her diçe zêde dibe, diyar kir ku ew tundiya li saziyên tenduristiyê ji tundiya di nava civakê de bêpar nabînin û ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibe divê pêşî li zimanê tundiyê bê berdan.
 
Ji ber ku sedemên tundiyê ji holê nayên rakirin, kesên ku  tundiyê dikin  jî nayên cezakirin û tundî her ku diçe din ava civakê de belav dibe. Yek ji van qadên ku tundî lê belav dibe ji qada tendirustiyê ye. Zêdebûna tundiyea li ser tendirustvan ji  bûye yek ji pirsgirêkên herî girîng. Tundiya li qada tendirustiyê û li dijî tendirustvanan rê nade ku tendirustvan kare xwe bi rêk û pêk bînin cih.
 
Endama Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan li ser vê pirsgirêkê ku li saziyên tenduristiyê yên ku hema bêje bûne navendên tundiyê  axivî.
 
'Em nikarin nexweşên xwe derman bikin'
 
Elîf Turan, anî ziman ku bijîşk li qadên ku dixebitin bi caran hem di warê  fizîkî û hem jî derûnî  de tundî li wan tê kirin û got, "Mixabin şîdeta  qadên tenduristiyê bi dawî nabe. Lê helbet em nikarin ji şîdeta li ser civakê cuda li ya qada tendirustiyê  bifikirin. Ji ber ku hema bêje her roj 3 jin tên qetilkirin. Dema mirov li kolanan li aliyê din mêze dikin dikarin bên kuştin. Ji ber vê yeke em tundiya li qadên tendirustiyê jî ji vê tundiyê cüda nabînin. Dema ku em dest bi xwsendina ji bo bijîşkiyê dikin, mamosteyên me her gav van tiştan ji me re dibêjin: 'Pêşî, ewlehiya xwe bi xwse bigirin da ku hûn mudaxeleyî nexweşan bikaribın bikin.' Ji ber ku em nikarin nexweşên xwe di hawîrdoreke ne ewle de derman bikin.”
 
Bernameyên ne têrker ên qada  tendirustiyê
 
Elîf Turan, bal kişand ser polîtîkayên ne têrrker ku di warê tenduristiyê de tên meşandin û wiha got: "Em hawirdorên adaptasyonê yên li gorî rûmeta mirovan dixwazin. Ji ber ku dema wiha nebe em nikarin têra xwe wextê xwe bi nexweş re derbas bikin. Divê em nexweşên xwe bi awayekî saxlem derman bikin. Desthilatdar dibêjin ku wan hin tişt bi Bernameya Veguherîna Tenduristiyê veguherandine û pêşî  li dora zede a li qadên tendirustiyê girtine. Lê ev dor li ser telefonê ji bo randevuyê dewam. Dirûşma me ya îsal a 14’ê Adarê ‘Pergaleke din a ji tenduristiyê  pêkane’ bû.”
 
‘Hîn jî bersiva pêşniyaran nehatiye dayîn’
 
Elîf Turan, anî ziman ku bijîşkan lêkolînek ji bo çareserkirina pirsgirêkê amade kirine, lê heta niha jî ne ketiye meriyetê û wiha got: "Me wek TTB’ê ji bo ku tundiya di tenduristiyê de bê rawestandin pêşniyar ji meclîsê re kir, lê heta niha jî bersîv ji van pêşniyaran re nehatiye dayîn. Em dibînin ku ji bo hin tundûtûjiyên fizîkî tı ceza nayên dayîn. Nexweşxane ne cihên pir ewle ne. Mixabin em xwe di ewlehiyê de nabînin."