
Ji Êzidiyan bo banga dîrokî piştgirî:Çi ji destê me bê em ê bikin
- 20:58 27 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyan piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin: “Em piştgiriyê didin banga serok Apo û ji bo bang bigihêje armanca xwe em ê di çalakiyê de bin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin.”
Êzidiyan banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi zindî temaşe kirin. Êzidiyan li Şengal û Sinunê bi posterên Abdullah Ocalan konvoy ava kirin û bang bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ pîroz kirin.
Çi ji destê me bê em ê bikin
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî, da zanîn ku ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bigihêje armanca xwe wê têkoşîn axwe mezin bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê çi ji destê wan bê bikin.
Hevseroka Meclîsa Guhbel Emer Parso jî wan peyama Abdullah Ocalan girtine û got ev ji bo her çar çarçeyê Kurdistanê girînge. Emer Parso da zanîn ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Oclan tÊkoşîna xwe bimeşînin.