
Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
- 20:54 26 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê, sibê di daxuyaniya ku wê li Stenbolê bidin de banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wê parve bikin.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe.Heyet piştî hevdîtinê wê li Stenbolê saet di 17.00’an de daxuyaniyê bide.
Di daxuyaniyê de wê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bê ragîhandin.