Rojbîn Bor ya TJA’yî hat binçavkirin
- 17:32 26 Sibat 2025
- Rojane
WAN – Rojbîn Bor ya TJA’yî, ji ber hinceta di protestokirinên qeyûman de axiviye hat binçavkirin.
Endama Tevgera jinên Azad (TJA) Rojbîn ku di çalakiya protestokirina qeyûmê tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê bibû de axivî, bi hinceta axaftin kiriye gazî îfadeyê kirin. Rojbîn Bor ku ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Emniyeta Wanê, bi sûcdariya ‘gel tehrîkê kîn û dijminahiyê kiriye’ hat binçavkirin.
Tê payîn ku Rojbîn Bor sibê sewqê dozgeriyê bikin.