Li Êlihê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 11:23 5 Sibat 2025
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê jinek bi awayê bi gûman ji qatê 7'an ê plazayekê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li Êlihê jinek bi awayê bi gûman ji katê 7'an ê Golden Plazayê ket xwarê. Jina ku tendirustvanên hatin cihê bûyerê ew rakirin nexweşxaneyê û kirin bin dermankirinê jiyana xwe ji dest da. Jina ku hat eşkerekirin 25 salî ye derbarê mirina wê ya bi gûman de tu agahî nehatin bi destxistin.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.