Di pergala patrîarkal de jin tên binpêkirin
- 09:03 5 Sibat 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
EDENE - Endama MYK Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz da zanîn ku pergala serdest û kapîtalîst ked, beden û jiyana jinê binpê dike û ji bo xerakirina vê pergalê divê têkoşîna rêxistinkirî hebe.
Di pergala serdest a kapîtalîst de zext û êrîşên li ser jinan roj bi roj mezin dibin û li dijî vê jî jin bi sazî, komele û qadên ava kirine piştevaniyê mezin dikin. Yek ji van komeleyan jî Komeleya Piştevaniya Mor e. Komele dadikeve qadan û bi jinan re tên gel hev û dibin dengê jinan, hişmendiyê diafirînin.
Endam MYK’a Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz der barê xebatên komeleyê, tundiya li ser jinan û qetilkirinên jinan de axivî.
Li dijî şerê li hember jinan têkoşîna rêxistinkirî
Zelîha Korkmaz got di atmosfera şerê ku desthilatdariyê li hember jinan daye destpêkirin de, tevî bêhêvîtî û tarîtiyê têkoşîna rêxistinkirî didomînin û wiha got: “Em piştevaniya Mor hêza xwe ji rêxistinbûnên taxê digirin. Li taxan em bi jinan re tên gel hev û xebatên xwe dimeşînin û bi komîsyonên tenduristî, psîkososyal, hiqûqê li taxa atolyeyan pêk tînin. Sala borî 394 jin hatin qetilkirin. Li dijî vê em xeta têkoşînê dihûnin.Yek ji bajarên ku tundî lê zêde ye Edene ye. Bêguman bandora serdestiya mêr zêde ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide kujeran. Sala borî li Edeneyê di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Em wek platforma jinan a Edeneyê li kolanan li dijî tundiyê têkoşînê mezin dikin. Em atolyeyên parastina cewherî li taxan pêk bînin. Li avahiya komeleyê pêk tînin. Em xebatên rêxistinbûn û parastina cewherî dimeşînin. Em hewl didin jinan bikin xwedî hişmendî. Komîsyona me ya psîkososyal a dildar heye. Jin xwe digihînin parêzer û psîkososyal ên dildar.”
Jin di xizaniyê û şer de ne
Zelîha Korkmaz bi lêv kir ku di pergala heyî de jin hepsê xizaniyê hatine kirin û wiha vegot: “Me wek piştevaniya Mor kampanya xizaniyê da destpêkirin. Keda jinan tê binpêkirin û barê giran ê malê li jinan tê barkirin. Îro jinan teşwîqê sê zarokan dikin. Di bin navê polîtîkaya serjimarê de bedena jinê hedef tê girtin. Jin di malê de li her qadê hepsê xizaniyê tê kirin. Krîza sermeya û kapîtalîzmê îro dibe sedema xizaniya jinan û herî zêde bandorê li jinan dike. Jin nikarin hewcedariyên xwe yên sereke peyda bikim. Ji bo xwarinê çêbikin diçin bazaran diçin manawan lê dest vala vedigerin. Nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bigirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan li dijî xizaniyê, tarîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di pergala serdest û kapîtalîst de jin
Zelîha Korkmaz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyekî pergala kapîtalîst li aliyê din pergala serdestiya mêr. Ji ser bedena jinê xwe heyî dike. Tiştên îro tên jiyîn ne tesaduf in. Di 2024’an de 394 jin hatin qetilkirin. Ji bo pêşî li qetilkirina jinan bê girtin tu tiştek nayê kirin. Qanûna 6284 pêk nayê. Qanûnên pêk nayên û polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya li ser jinan zêde dike. Li welat jin nayên parastin. Ji bo xerakirina vê pergalê divê têkoşîna rêxistinkirî hebe.”