Şêniyên kantona Firatê li dijî êriş û komkujiyan meşiyan

  • 15:06 2 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişan û qetilkirina sivîlan daketin qadan û meşiyan.
 
Bertekên li hemberî komkujî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya bi hezaran şêniyên kantona Firatê meşek girseyî li bajarê Sirînê hat lidarxistin.
 
Meş ji qada bajarê Sirînê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, hatin hildan. Bê navber jî dirûşmên “Na ji êrişên dagirkeriya Tikiriyê re”, “Berxwedan Jiyan e”, “Na ji qetilkirina zarokan re” û “Bêjî berxwedana QSD`ê” hatin berzkirin.
 
Meş li Qada Şehîdan rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid axivî. El Ebid piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re û şîfa ji birîndaran re xwest  behsa êrişên dewleta Tirk kir.
 
El Ebid got "Xelîfeta Osmanî ya bi navê SMO`ê dixwaze welatê me dagir bike. Me li hemberî terorê û dagirekriyê şer kir, bi saya keç û xortên xwe me teror têk bir. Dijmin dixwaze projeya neteweya demokratîk tune bike û Ereb û Kurdan li hemberî hev bide şerkirin. Ez ez Ereb im, em bi xwşk û birayên xwe yên Kurd, Suryan û Çerkez bi hev re dijin, loma wê serkeftin a me be."
 
Li ser navê gelê Sirînê endamê Komîteya Lihevanînê Hazim Hemdan axivî.  Hazim El Hemdan bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê pêk tîne û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî dikin û komkujiyan dikin. Ev êriş bi armanca qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zindkirina çeteyên DAIŞ’ê têne kirin. Di heman demê de ji bo jiholê rakirina projeya neteweya demokratîk a li herêmê ye."
 
Hazim Hemdan îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev peyam da "Em gelê Sirînê van komkujiyan şermezar dikin. Em ê bi yek destî li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan û serkeftinê misoger bikin.”