Îran hewl dide cezayê darvekirinê yê Werîşe û Pexşan rewa bike
- 16:17 2 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê nerazîbûn nîşanî hewldanên ji bo rewakirina cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatî birîn, da.
Rêxistinê nameyek derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên Îranê de ji bo Neteweyên Yekbûyî şand ku mijarê di rojevê de bigire.
Di nameyê de hat diyarkirin ku Wezareta Îstîxbarata Îranê, derbarê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de fîlmek weşandiye û hewl dide cezayên darvekirinê rewa bike. Rêxistinê ev hewl bi tundî rexne kir û diyar kir ku mebesta vê fîlmê rewakirina cezayên darvekirinê ye.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku li Sine, Mehabad û Kirmanşahê herî kêm 12 aktîvîst bi hinceta ku li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûne, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.
Her wiha li eyaleta Huzistanê jî 69 aktîvîstên civak û derdorê hatine girtin û tenê di 10 rojan de derbarê 12 aktîvîstên Azerbaycanî de lêpirsîn hat destpêkirin.
Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan 8’ê Çileyê dabû zanîn ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê Ezîzî erê kiriye. Reîsiyan diyar kir ku belgeyên wek meqama parastinê pêşkêşî dadgehê kirine hatine redkirin.
Cezayê Werîşe Mûradiyê jî piştî rûniştinên 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an ji parêzerên wê re hatibû ragihandin.
Bertekên li dijî cezayên darvekirinê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn, didomin. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van binpêkirinên mafan gav biavêjin.