Li Stenbolê wê sibê mîtînga azadiyê pêk bê

  • 21:00 1 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser peyamên ku bi hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdllah Ocalan re hatin kirin derketin holê biryara ‘Hevdîtinên Aştî û Azadiya Civakî’ hat girtin. Di vê çarçoveyê de wê sibê li Qada Esenyurtê ‘Mîtînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê’ wê pêk bê.
 
 Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser peyamên ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat ragîhandin, biryara ‘Hevdîtinên Aştî û Azadiyê ya Civakî’ hat girtin.
Çarçoveya hevdîtinê de wê sibê li Stenbolê saet di 13.00’an de li Qada Esenyurtê mîtîng pêk bê. Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari wê tevli mîtîngê bibin.
 
HDK’ê der barê mîtîngê de banga ‘Em hemû gelan, jinan, ciwan, kedkar û baweriyan vexwendiyê mîtîngê dikin’ hat kirin.