Ji 8’ê Çile heta niha di êrîşên Tirkiyeyê de 41 kes hatin qetilkirin

  • 21:36 30 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Di encama êrişên Tirkiyeyê ên ji 8ˋê Çile heta niha li tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet dijî gelê li Bendava Tişrînê de 41 kes hatin qetilkirin û 245 jî birîndar bûn. Di nav bîlançoya dawî de rojnamevan û endamên tîmên tibî jî hene.
 
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane 41 e û her wiha 254 kes jî birîndar bûne. 
 
Li gorî daneyên di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de cih girtine, ji 8ˋê Çile heta niha, li herêma Bendava Tişrînê û li ser bendavê 24 sivîl hatine qetilkirin û û 221 jî birîndar bûne. Her wiha li kantona Firatê, bi taybet li bajarê Sirînê jî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarok 12 kes hatine qetilkirin û 13 birîndar bûne.
 
Her wiha duh jî balafireke bêmirov li Kobanê malek bombebaran kiribû, di encamê de 2 kes hatin qetilkirin û jinek jî birîndar bû.
 
Li kantona Cizîrê jî, bi taybet li bajarê Zirgan û gundewarê wî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarokek 3 kes hatin qetilkirin û di nav de 4 zarok û 3 jin 10 kes birîndar bûn.