Pinar Zorlu ku di encama îşkenceyê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
- 19:01 19 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Pinar Zorlu ya ku li Antalyayê ji aliyê Gurhan Uzer ku ji hevdu berda rastî îşkence û hewldana qetilkirinê hat, jiyana xwe ji dest da.
Li Antalyayê 31’ê Adarê de mêrê bi navê Gurhan Uzer, li Pinar Zorlu ya dest jê berdabû û biryara duxistinê der barê wî de hatibû girtin, îşkence kir û hewl da qetil bike. Pinar Zorlu ya bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Gumanbar GurhanUzer jî hatibû girtin.
Pinar Zorlu ya 20 roj bû li nexweşxaneya bajar a Antalyayê dihat dermankirin îro saetên nîvro de jiyana xwe ji dest da.