Kongra Star a Lubnanê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
- 21:34 19 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Kongra Star li Lubnanê ji bo xurtkirina rola jinan û lidarxistina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kongreya xwe yekemîn pêk anî.
Meclisa Kongra Star a Lubnanê li ser asta Lubnanê, bi dirûşma "Yekitiya Jinên Azad misogeriya avakirina civaka demokratîk e" kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.Bi dehan nûnerên koordînasyon û komîteyên Kongra Star a Lubnanê, nûnerên komeleyên jinan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên jinên ciwan tevli kongreyê bûn.
Nûnera Kongra Star a Lubnanê Leyla Efrîn di kongreyê de der barê Kongra Star, armanc û gavên wê di pêşerojê de çi ne, nirxandin kir. Her wiha di kongreyê de perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê dozên jinan û azadiyê de û peyamên pîrozkirinê hatin xwendin.
Rapora kar û xebatên Kongra Star a 2023 û 2024’an hatin xwendin û piştre geşedanên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin. Beşdaran têkildarî rewşa rêxistinî ya kongrayê û çalakiyên li Lubnanê nêrînên xwe parve kirin.
Di dawiyê de beşdaran li ser pêşxistina rêbazên birêxistinkirin û hişyarkirina jinan, perwerdekirin û lidarxistina panel, komxebat û çalakiyên cuda, xurtkirina rola jinan û sazûmaniya rêxistinî ya kongrayê li hev kirin.
Her wiha di kongreyê de hat gotin ku ew ê çalakiyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêde bikin, rol û xebatên jinan di aliyên siyasî û civakî de bi pêş bixin.