Nagîhan Akarsel hate bîranîn: Em ê têkoşîna xwe mîna wê bidomînin

  • 20:53 4 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bîranînan de bal kişandin ser  têkoşîna wê ya azadiya jinan û rojnamegeriya heqîqetê û peyama "Em ê mîrata wê bidin jiyîn” hate dayîn.
 
Endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel a ku di 4’ê Cotmehê de li Silêmaniyê di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel bi wesîleya 3’yemîn salvegera şehadeta wê bi çalakiyên cuda hate bibîranîn.
 
Mêrsîn
 
Li ber DEM Partî ya Akdenîzê ya Mersînê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê TJA’yê ve hate dayîn de pankarta "Nagîhan jinek li ser rêya heqîqetê bû" hate vekirin. Hevseroka DEM Partî ya Mersînê Bedriye Kûş daxuyanî da û Nagihan Akarsel bi bîr anî. Bedriye Kûş diyar kir ku hedefgirtina wê ne tesaduf e û got, "Hedefgirtina heval Nagihan êrîşek ji aliyê pergala serdest a mêr û faşîst ve li ser hişmendiya rizgariya jinan û jîneolojiyê bû.  Piştî sê salan, em dibînin ku mîrata wê ya îdeolojîk hîn bêtir di têkoşîna jinan de cih girtiye. Em jin bi biryar in ku têkoşîna Nagîhan bigirin ser xwe, jîneolojiyê berfireh bikin û modernîteya demokratîk bigihînin hemû qadên jiyanê."
 
Stenbol
 
TJA û Kovara Jineolojiyê li avahiya DEM Partî ya Bahçelievlerê çalakiya bîranînê li dar xistin. Wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Cîhan Bilgin li hola bîranînê hatin daliqandin. Li salonê pankarta "Em ê ser rêyû erdê bihejînin û xwe birêxistin bikin" hate daliqandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku jiyana têkoşîna Nagîhan Akarsel nîşan dide hate pêşandan. Di bîranînê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadi" hatin berzkirin.
 
Rojnamevan Nezahat Dogan diyar kir ku Nagîhan Akarsel bi rêxistinkirina hemû jinan şopeke kûr hiştiye û got, "Nagîhan Akarsel rojnamevanek bû. Em soza xwe ya ji bo gotina Nagihan Akarsel 'Ger jinek azad bibe, civak azad dibe, ew jin gelek tiştan diguherînin, ew dîwarên pergalan hildiweşînin' diparêzin.”
 
Nezahat Dogan, gotina Rêber Apo, “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, ji bo rizgariya civakê û demokratîkbûnê jin pêşengên aştiyê ne” bi bîr xist û got, "Em jî mîna Sarayan, Sêvêyan, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nagîhan Akarsel, ku mîrateya ku jinan ji me re hiştine, bidomînin.”
 
Piştre li ser navê TJA’yê Xecê Başkalane axivî û diyar kir ku jinên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne rêya wan ronî kirine û mîrateyek girîng hiştine. Bîranîn bi xwendina helbestan dewam kir. Piştre nivîsa Nagîhan Akarsel a bi navê “Jin” hate xwendin. Bîranîn bi dirûşmeya "Jin jiyana azad" bi dawî bû.
 
Amed
 
Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê(MKG) , Tevgerên Jinên Azad û Akademiya Jîneolojiyê li Navenda Çandê a Dîcle Firatê navçeya Sûrê ya Amedê seet 16.00da ji bo Nagîhan Akarsel bername ya bîranînê pêkanîn. Bîranînê de wêneyên Nagîhan Akarsel vekirin. Aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad, endamên Akdemiya Jîneolojiyê û xebatkarên jin ên Çapemeniya Azad û gelek jin tevlî bîranînê bûn.
 
Bername bi rawestina rêzgirtinê destpêkir û jina sînevîzyona ji bo Nagîhan Akarsel hatî amadekirin temaşekirin. Piştre Seroka MKGê Roza Metîna, endamê Akademiya Jîneolojiyê Gulan Çagin Kalelî û aktîvîsta Tevgerên Jinên Azad(TJA) Emîne Çaynak axaftin kirin.
 
Seroka MKGê Roza Metîna salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de axivî û wiha got: “Ev 11 guleyên ku Nagîhan Akarsel ket bi awayeke hovane bi rastî ev gule li hemberê azadiya jinê, hemberê tekoşîna jinê û li hemberî îradeya jinê bû. Ji ber ku Nagîhan Akarsel piralî bû. Hem li qada jîneolojiyê, hem qada rojnamegeriyê de kedek mezin da. Di heman demê de aktîvîst bû û her wiha penûsa xwe bi awayeke baş bikar dianî. Em dibêjin ev zîhneyeta faşist em qebûl nakin. Jinên wekî Nagîhan Akarsel yê hertim bijîn, em ê her tim tekoşîna wê berdewam bikin. Em ê Nagîhan Akarsel ji xwe re bikin mînak û em ê hertim rêzê bigirin. Dîsa em dibêjin dijî dewleta yekperest, dijî zîhniyeta faşist em tu carî serî natewînin, em tu carî zîhniyeta zayendperestê mêr jî em serî natewînin.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çaynak diyar kir ku ew ê hertim têkoşîna Nagîhan Akarsel bişopînin û berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nagîhan Akarsel bi têkoşîna jina kurd e heya wê rojê em dikarin bêjin tekoşîna jinê bi zimanê zanistî bi zimanê bîrdozî di şexsê xwe de em kom kirin. Wekî mûmekî peşiya jina ronahî dikir. Şopdarê Sema Yuce, şopdarê Zîlan, şopdarê Berîtan bû. Hevala Nagîhan jiyana jinê kir pirtûk û ji jina re kir dîrokekî ji nû ve da nivîsandinê. Jina kurd di şexsê hevala Nagîhan de, jinên cîhanê tevahî, jinên Rojhilata Navîn Nagîhan Akarsel bi xwe re kirine pêşeng.”
 
Piştî axaftina helbest hate xwendin. Herî dawî bi endamên Komeleya Dîcle Firat a Çandê stran gotin û bername bi dawî bû.