Li Edeneyê meş: Divê mafê hêviyê pêk bê
- 18:09 4 Cotmeh 2025
- Rojane
EDENE - Meşa TJA’yê ya bi dirûmeya ‘Em bi hêvî dimeşin azadiyê’ li Edeneyê bi coş hat pêşwazîkirin. meşvanan banga azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kir û têkoşîna Nagîhan Akarsel bibîranîn.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerê hatiye destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya çaremîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Di meşê de jinan daxwazên xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî, azad bike Reberî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” tînin ziman.
Meşvanên azadiyê piştî Dîlokê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" gihaştin Edenê. Girse ji taxa Havuzlu Bahçe a Seyhanê meşiyan Kawşaxa Karasu. Jinan bê navber dirûşme berz kirin. Girseya li Kawşaxa Karasu kom bû piştre daxuyaniyek dan. Piştre peyama Abdullah Ocalan hat xwendin.
‘Divê Abdullah Ocalan bê guhdarkirin'
Hevşaredara Bajarê mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînê şûna wê bû Devrîm Demîr axivî û got: “Em hezar silavan dişînin. 4 roje em di rê de ne. Me ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek da destpêkirin. Em her gav hîn bêtir nêzî azadiyê dibin. Divê demidlest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê nasîn û mafê hêviyê pêk bê. Divê ji bo Kurdan statu bê nasîn.Divê komîsyon berpirsyariya xwe bîne cih û rola xwe bilîze. Divê Abdullah Ocalan bê guhdarkirin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin û hemû girtî bên berdsan. Divê nasnameya hemû baweriyan bê qebûlkirin.”
Adalet Kaya jî destnîşan kir ku divê mafê hêviyê pêk bê û demildest girtiyên ji doza Kobanê bên berdan. Adalet Kaya dawiya axaftina xwe de balkişand ser salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel û got wê têkoşîna wê bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.