
Ya ku aştiya mayînde pêk tîne: Huner û sînema
- 09:04 4 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
AMED - Derhênera belgefîma ‘Stêrka li ser xetê’ Berîvan Saruhan diyar kir ku bi rûhevhatinê aştiyeke mayînde wê pêkan be.
Veguheskariya şênber a bîra civakî bi qada çand û hunerê pêk tê û sînema jî bi hilberîna xwe şahidiyên jiyanê tîne ber temaşevanan. Di sînemaya Kurd de şer, koçberî, wekheviya zayenda civakî tê destgirtin û derfetên rojane yên ragîhandina dîrokê û rûhevhatinê derdixe holê. Derhênera jin a Kurd Berîvan Saruhan, bi belgefîma xwe ya yekemîn ‘Stêrka li ser Xetê’ re zextên leşkeran yên salên 1993’yî ku stêrka li ser hesinên paçeyên li Dirbêsiyê dikin hinceta siyasî, digire dest.
Berîvan Saruhan diyar dike ku zemîna rûhevhatina di sînemayê de tê afirandin bandorê li aştiya civakê jî dike.
Berîvan Saruhan da zanîn ku belgefîma ‘Stêrka li ser Xetê’ li bajarên Tirkiye û derveyê welat hatiye nîşandan û yekem car li Kurdistanê di Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed ya navbera 26-30’ê îlonê de pêk hatiye hatiye nîşan dane. Berîvan Saruhan wiha anî ziman: “Ev ne tenê mîhrîcanek bû. Ev hevdîtinek bû ev ji zindîbûna bîrê re qadê vedike. Bi coşek mezin mîhrîcan pêk hat. Ev ji bo min gelek girîng bû. Em keda FîlmAmed ya ku bi salane didin dibînin. Wekheviya zayendî li ber çavan digire. Ev gelek girînge. Mixabin hîna dîtina jinên Kurd têr nîne. Di vî alî de ji jinan re qad tên vekirin. Derhênerên ciwan tên gel hev. Di vir de fîlmekî bêqûsur nayê xwestin. Ji bo arşîvan, mijarên civakî tên destgirtin. Di vî alî de jî ji bo derhênerên jin û ciwan qad tê vekirn. Amed hem paytexta Kurdisan hem jî ya çanda Kurd e. Bi her alî em xwe li vir dibînin.”
Rûhevhatin û naskirin
Berîvan Saruhan di berdewamiyê de diyar kir ku jin ji xaleke hîn kûrtir li aştiyê dinêre û aştiya mayînde jî bêyî ked û fikra jinê ne pêkan e.Jin ji ber vê têkoşînê dimeşînin. Aştiyek mayînde bi qanûnan dikare bê kirin. Lê em di çanda xw sînemeya xwe de bi çîrokên hatine jiyîn re tên rû hev. Kengê em bi van mijaran re bên rû hev wê aştiya civakî jî pêk bê. Bi saya hûner û sînemayê aştiyeke mayînde pêkane. Hevalên me li vir kedek mezin dane. Ez ji bo wan spas dikim.”