'Ji bo mafê hêviyê divê rêzikname bên çêkirin'

  • 09:04 6 Nîsan 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Hevberdevka komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku li Îmraliyê pergalek du alî pêk tê û got: “Divê sereraskirinên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de bên kirin. Banga sedalê banga demokratîkbûna welate.”
 
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebetê yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn li gorî rêgeza ‘mafê hêviyê’ li dijî 3’emîn Xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) dît û xwest Tirkiye di vê mijarê de sererastkirinê bike. Têvî 11 salan Tirkiyeyê tu gav navêt û di 17-19’ê Îlonê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye sererastkirinên pêwist bike salek dem da Tirkiyeyê. Tevî 5 meh derbas bûye tiştek nehatiye kirin.
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kir, girîngiya "Mafê hêviyê" carek din derket holê.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarêde ji ajansa me re axivî.
 
‘Perlgala hiqûqê ya 2 salî’
 
Sevda Çelîk Bîngol got di 18’ê Adara 2018’an de mafê hêviyê hatiye rojevê û got: “Hem teorîk hem di lîteratora hiqûqa cîhan û hem jî ya jî hiqûqa hundir û rojeva mafê mirovan de cih girtiye. Li Tirkiyeyê rewşa girtîgehan ne başe.Parêzvanên mafê mirovan herî zêde li dijî binpêkirinên girtîgehan têdikoşin. Li Îmraliyê pergalek du alî heye. Mafê hêviyê tenê kesekî eleqeder nake. Di ser 4 hezar kesî de girtiyên ku muebet lê hatine birîn hene. Mexduriyetên mezin hene.”
 
‘Mafê hêviyê çiye?’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol balkişand ser mafê hêviyê û got divê rast bê pênasekirin û wiha daxuyand: “Di alî qanûnî de pênasekirina wê nehatiye kirin lê alî teorîk de pênasekirinek qanûnî ya di alî teorîk de hatiye pênasekirinê. Mafê hêviyê ji bo kesên ku cezayên muebeta giran girtiye, hêviya ku rojekê bên berdanê ne. Di biryarên DMME’yê dane de tê gotin ku kesên seranserê jiyanê dimînin ji bo wan hêviya ku rojekê bê berdanê ye.”
 
‘Biryara komîteya wezîran’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol wiha dirêjî dayê: “Li Îngîlîstan û Ispanyayê der barê ku mafê hêviyê hatiye binpêkirin de serlêdanên ji bo DMME’ê hatine kirin hene. Ji bo mafên hêviyê pêk bên biryarên DMME’ê hene. Lê mekanîzmayeke ku nav xwede van biryaran kontrol bike tuneye. Bi hevkariya komîteya wezîran şopandina pêvajoyê û mevzuata pêkanînan a welatên alî heye. Di 2015’an de bi biryarek binpêkirinê re Komîteya Wezîran, ev xist rojeva xwe. Gelek rêxistinên maf û saziyên hiqûqê heman awayî serlêdan kirin. Di 2021’ê de DMME’ê der barê Tirkiyeyê de biryara binpêkirinê da.”
 
Biryara di 17-19’ê îlonê de hat girtin
 
Sevda Çelîk Ozbîngol axaftina xwe wiha domand: “Tevî 10 sal ser biryarê de derbas bûye tu sererastkirinek qanûnî nehatiye kirin. Herî dawî 17-19’ê îlonê de hevdîtinek hat kirin.Biyara ku salek dem dan Tirkiyeyê heye."
 
‘Divê şert û merc pêk bên’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol wiha domand: “Banga sedsalê ya 27’ê Sibatê girîng bû. Divê rol û mîsyona Birêz Ocalan ya di çareseriya krîza li Rojhilata Navîn bê dîtin. Divê şer û mercên ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze bê avakirin. Banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ di esasa welatekî demokratîk de sererastkirinên qanûnî û destura bingehîn dihewîne. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê hemû partiyên siyasî û STK tevli pêvajoyê bibin û berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bîne.”