
Xebatên Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd dewam dikin
- 09:02 7 Nîsan 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed, Konferansa Jinên Kurd a ku di demên dawî de pêk hat nirxand, bal kişand ser yekîtiya jinan û diyar kir ku xebatên wan ên ji bo Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî didomin.
Di pêşengiya jinên Kurd ên Rojava de herî dawî 1’emîn Konferansa Jinên Kurd bi dirûşma “Yekitiya Neteweyî ya Kurd bi pêşengiya Jinên Kurd pêk tê” hate lidarxistin. Di konferansa ku 300 delege tevli bûn de jinan bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî, di dawiya konferansê de encamnameya konferansê ya ji 11 xalan pêk tê hate weşandin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed têkildarî konferans û encamnameya konferansê ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
Girîngiya yekitiya jinan
Remziya Mihemed bal kişand ser girîngiya lidarxistina 1’emin Konferansa Jinên Kurd û got ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de jinan berdêlên mezin dan. Remziya Mihemed got, "Jin hem li dijî rejîmê hem jî li dijî feodalîzmê têdikoşin. Di heman demê de jin bi rolek û berpirsyariyeke mezin beşdarî pêvajoya şoreşê bûn. Di her pirsgirêkek civakê de jin bi bandor dibin. Ji ber vê yekê her kongre û konferanseke ku ji aliyê jinan ve tê lidarxistin, xwedî girîngiyeke mezin e. Bi yekitiya jinan re jin dê xebatên xwe berfirehtir bikin."
‘Jinan mohra xwe li dîrokê da’
Remziya Mihemed bal kişand ser wê yekê ku bi rûxandina rêjîma Baasê re serdemeke nû li Sûriyeyê dest pê kiriye û got, "Em weke Rêveberiya Xweser têdikoşin ku gel bi awayekî demokratîk xwe bi rêve bibin. Me tiştek baş nedît ku hikûmeta demkî ya li Şamê heta niha ji bo gelan kiriye. Em komkujiyên ku nû ku hatine kirin dibînin. Di destûra bingehîn a nû de qet ji bo jinan tu tişt tune ye. Ji ber vê erkeke mezin dikeve ser milê jinan. Bi Rêveberiya Xweser re hat dîtin ku jin dikarin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin. Pergalek ji bo hêza parastina jinê hatiye afirandin heye û ev sîstem dikare ji hemû cîhanê re bibe mînak."
Girîngiya hêza parastina jinê
Remziya Mihemed anî ziman ku li gelek welatan kotaya beşdarbûna jinan di sazî û rêxistinan de ji sedî 10 an jî 20 e û wiha got: "Ev rewşek nayê qebûlkirin. Ji ber ku em tekez dikin ku divê jin di civak, sazî û rêxistinan de ji sedî 50 nûnertiya wan hebe. Jin civak bi xwe ye; lewma ew mijara bingehîn e ku civakê diafirîne. Di konferansê de mijara sereke parastina jinê bû. Di serî de jin em li welat bûn şahide êrîşên li dijî nasnameyên cuda. Ji ber vê jî pêwîst e jin hêza xwe ya parastinê pêş bixin."
Li Sûriyeyê rewşa koçberiyê
Remziya Mihemed diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li ser xaka Sûriyeyê gelek koçberî çêbû û wiha dewam kir: "Heta di nava Sûriyeyê de jî gelek koçberî çêbûn. Di heman demê de bi hezaran kes çûn welatên Ewropayê yan jî welatên cîranên Sûriyeyê. Piştî bidawîbûna rejîma Baas û avakirina hikûmeta nû, banga vegerê ji raya giştî re hat kirin. Divê cihên hatine dagirkirin careke din bên rizgarkirin û êrîş di zûtirîn demê de bên rawestandin.
Felsefeya 'Jin jiyan azadî'
Li bajarên peravê ji ber ku qadên wan ên taybet ên xebatê ne zêde xurt in, qadên rêxistinbûna jinan kêm in. Di encamê de jin her tim bi êrîş û astengiyan rû bi rû dimînin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne ku tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin. Li dijî Rêveberiya Xweser gelek êrîşên rejîma Baasê pêk hatin. Di xwegihandina jinan de jî pirsgirêkên me hebûn. Lê rewşa yekgirtî û birêxistinkirî ya jinan, têkoşîna jinê hîn zêdetir xurt kir. Weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkoşîna jinê dimeşînin, em amade ne ku tecrûbeyên xwe û felsefeya 'Jin jiyan azadî' bi hemû jinên li Sûriyeyê re parve bikin. Ji ber ku îro dirûşma 'Jin jiyan azadî' di warê azadiya jinê de ji cîhanê re mînak e. Ger jin li gorî vê felsefeyê xwe bi rêxistin bikin, wê rê li ber gelek pêşketinan vekin.”
'Jin pêşengiya şoreşê dikin'
Remziya Mihemed da zanîn ku Konferansa Jinên Kurd diyariyek ji bo Şoreşa Rojava bû û got, "Yek ji biryarên ku me di konferansê de girtin, lidarxistina Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî ya di dema pêş de ye. Ev xebata ku em ê bikin, di şoreşa jinê de xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna jinê di pozîsyona pêşengiya şoreşê de radiweste. Xebatên jinan her tim yek ji bingehên xebatên civakî ne."