
'Bêyî gotina jinan civaka demokratîk nayê avakirin'
- 09:03 7 Nîsan 2025
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR - Jinanên ku derbarê pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de rola jinan axivîn, diyar kirin ku bêyî gotina jinan avakirina civakeke demokratîk ne pêkan e. Jinan anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ji bo jinan û gelan xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kirin ku di pêvajoyên aştî û çareseriyê de jin xwedî berpirsiyarî ne.
Bandora banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê hat hat kirin, dewam dike. Li gel ku xebatên ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde didomin, jin û gel tekez dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna bi tendurist a vê pêvajoyê girîng e. Ji aliyê din ve Abdullah Ocalan di peyama 8'ê Adarê de diyar kir ku rola jinê ya di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û got, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan Ronesans e."
Jinên parêzvanên aştiyê li ser girîngiya rola jinê ya di vê pêvajoyê de axivîn û diyar kirin ku bêyî dengê jinan civakeke demokratîk ava nabe û di aşitiyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên jinan. Jinan anîn ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan û gelan xwedî girîngiyeke mezin e û wê her kes xwedî li vê bangê derkeve.
'Şerê jinan her tim dewam dike'
Îmzakara Foruma Aştiyê ya Îzmîrê û endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Îzmîrê Vezan Karabûlût diyar kir ku bandora jinê ya di qada civakî de wê tu carî bi dawî nebe û aştî têgeheke ku dema hebe nayê ferqkirin, dema ku nebe jî heta koka xwe tê hîskirin e. Vezan Karabulut got, "Mixabin em bi salan e li vê erdnîgariyê heta hestiyên xwe tunebûna aştiyê hîs dikin. Herî zêde jin bi hesreta aştiyê ne, çima herî zêde jin bi hesreta aştiyê ne? Ji ber ku herî zêde jin mexdûrê şer in. Yê ku diafirînin û did jinyîn, jin in. Ji ber vê yekê herî zêde jin li dijî şer in. Jin ji mêran bêtir xwedî li jiyanê derdikevin. Em jinan pîroz dikin, ji ber girîngiya ku didin jiyanê. Ji ber vê yekê, tenê tişta ku em pîroz dibînin aştî ye, ne şer. Hişê mêran şeran diafirîne. Civaka mîlîtarîst ne civakeke ku tenê çek lê hebin. Zexta ku ji aliyê hêza mêraniyê ve ji bo rêvebirina civakê tê afirandin jî têgihiştineke mîlîtarîst e. Ev feraseta milîtarîst ne tenê di dema şer de di civakê de heye, di civakeke ne aram de û di civakeke ku bi feraseteke mîlîtarîst tê birêvebirin de jin her tim mexdûr e. Mînak dema PKK di nava Tirkiyeyê de çalakiyekê neke kes dibêjin tu şer tune ye, kanî şer? Lê heta ku welat bi hizreke milîtarîst, mêranî bê rêvebirin, şer dê berdewam bike. Şerê jinan jî herdem dewam dike."
'Ev bang ne tenê ji bo PKK dest ji çekan berde ye'
Vezan Karabulut, diyar kir ku piştî aştî pêk hat divê jin dawî li zêhniyeta mîlîtarîst bînin û got, di vê rewşê de jin dikarin di nava dorhêleke azad de bijîn. Vezan Karabûlût bal kişand ku jin daxwaza jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikin û diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû van daxwazan digire nava xwe û ev bang ne tenê ji bo PKK'ê dest ji çekan berde. Vezan Karabulut ev daxuyanî da: "Ev şer, ev polîtîkaya zextê û pêkanînên antîdemokratîk ên ku dewletê di nava welêt de afirandiye, hem jinan dike hem jî muxalefetê û helbet koma herî mezin a mûxalefetê jî Kurd in. Kurd, Elewî ku destên xwe ji jinan bigirin. Ev banga gelekî watedar e, gelekî girîng e. Mixabin ji 27’ê Sibatê heta niha jî me bersiv nedaye û wiha got: “Nebûna vê bersivê dîsa me xemgîn dike. Pêvajoyê em kelecan kirin û dayikên di gelek saziyan de gelek kêfxweş bûn."
'Bêyî gotina jinan civaka demokratîk nayê avakirin'
Vezan Karabulut, anî ziman ku bêyî gotina jinan avakirina civakeke demokratîk ne pêkan e û destnîşan kir ku divê feraseta jinê li dijî zîhniyeta mêr be. Vezan Karabulut got, "Bê guman, di van rojên girîng de, ku em hes dikin em gavekê nêzî aştiyê ne, ne mimkûn e ku jin di nava van rêxistinan de cih negire. Bê guman divê jin bi hev re aştiyê bi rêxistin bikin. Armanca me ya yekem divê civakkirina aştiyê be, avakirina aştiyê tenê ji partiyan re nehêlin. Her wiha ez dixwazim hemû rêhevalên me yên jin di nava xebatên aştiyê de cih bigirin, Ger em aştiyê li bingehê civakê belav bikin, wê demê em ê wê aştiyê bixin hundir û belav bikin. Divê em hemû wek aştîxwaz a dakevin qadan. Şer em hemû êşandin. Em êdî naxwazin ku em biêşin."
'Bi bagnga Abdullah Ocalan em ketin pêvajoyeke girîng'
Endama Lijneya Rêveberiyê ya Îzmîrê ya HDK'ê Ayşe Ozdermîr, da zanîn ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine pêvajoyeke gelekî girîng û got, "Ev çil sal in li van xakan şer heye, lê eger em bi perspektîfeke berfireh a dîrokî lê binêrin, ev nêzî sed sal in. Ji ber daxwaza Kurdan a azadiyê, hemû gelên Tirkiyeyê neçar man dest ji mafên xwe yên demokratîk berdin, di pêvajoyeke bi vî rengî ya şer de, azadî û demokrasî bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê bê demokrasî azadî nabe, bê azadî jî demokrasî nabe. Ya duyemîn jî, rastiyek heye ku şer bi xwe herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Ger hûn li pirtûkên dîrokê binêrin, ew behsa gelek şeran dikin. Dibêjin, 'ji vî alî ve ewqas leşker mirin, ewqas mirov neçar man koç bikin, ewqas jin rastî destavêtinê hatin, ewqas zarok, jin û extiyar hatin qetilkirin'. Lê em dizanin ku yên ku herî zêde ji şer zirarê dibînin jin û zarok in, lê bi vê jî naqede. Aboriya ku ji bo ber şer hatiye afrandin barê wê yê herî mezin li ser xizanan e. Dema ku ew dibe bar, ev bar herî zêde li ser milê jinên ku debara malê dikin dimîne. Di heman demê de, lêkolînên zanistî nîşan didin ku di civakên ku şer di rojevê de ye, kuştina jinan û şîdeta li ser jinê pir zêde ye. Di rewşeke wiha de têkoşîna jinan a ji bo azadî û demokrasiyê gelekî girîng e."
'Ger wekheviya zayendî pêk neyê dê şerên nû dest pê bikin'
Ayşe Ozdamar, anî ziman ku ev pêvajo bêyî jinan pêk nayê û got ku pergala baviksalarî ya aboriya şer kûr bûye. Ayşe Ozdamar, destnîşan kir ku şikandina vê sîstemê bi têkoşîna jinê pêkan e û got, "Hûn dikarin şer biqedînin, hûn dikarin aştiyê pêk bînin, lê ji bo aştiyeke rasteqîn, aştiyeke bi rûmet û mayînde, divê em dewleta mêr ango pergala baviksalarî biguherînin. Heta ku ev çareser nebe, em dibînin ku deh sal, bîst sal jî derbasbin jî dê ev pêvajoya ku jê re tê gotin ya çereseriyê dûbare bivbe û dîsa pêvajoya şer dest pê bike. Di vê demê berpirsiyaerî herî zêde dikeve ser milên jina. Çek danîn ne aşitî ye, lê dîsa em dibînin ku di nav civakan de peymanên aştiyê çêdibin û piştî wan peymanên aştiyê sîstema serdest a mêr dibêje ‘jin, erka we ew e k hûn biçin malê. Ji niha û pê ve em ê li kargeh û qdan bixebitin û nifûsa me kêm bûye, lewra zarokan bînin. Tevgereke wiha piştî panzdeh-bîst salan dîsa bi xwe şer şer tîne. Welatê ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de herî zêde mirov lê hatin qetilkirin Yekîtiya Sovyetê bû. Niha Rûsya û Ukrayna şerê hev dikin. Ji ber vê yekê aştî ne mayînde ye. Pergalên bi vî rengî bi xwe re şer tînin. Tam li vir berpirsyarî dikeve ser milên jinan. Ger têkoşîna afirandina wekheviya zayendî neyê pêkanîn, wê pergala serdest a mêr bi derxistina şerên nû bê dubarekirin."
'Dê gel xwedî li perspektîfa Birêz Ocalan derkevin'
Ayşe Ozdamar, anî ziman ku ger aştî pêk were divê jin xwe ji vê pêvajoyê venekişin û got, "Bi taybetî li erdnîgariya me aştî girîng e. Niha aştî tiştekî din e. Li van axan her tim gel bi hev re şer kiriye. Şeran hev hilberandine, komkujî û qirkirinên pêk hatine. Li gorî min girîng e ku ez li vir xwedî li berpirsyariyeke mezin a aştiyê derbikevim. Bifikirin ku jin li wir bi hev re û bi wekhevî bijîn, di rastiyê de mînakek me heye, ji gelek aliyan ve di bin êrîşan de ye. Em behsa erdnîgariya xwe dikin. Di vê çarçoveyê de ez di wê baweriyê de me ku jin xwedî erkên girîng in. Bi rastî, Peymana Stenbolê hatiye betalkirin an jî 6284 naxebite. Tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. HeTa ku jin bi van hemûyan re têbikoşin, ne pêkan e ku em civakek aram û aştiyane ava bikin. Gel wê zemîna ku li gorî perspektîfa Birêz Ocalan hatiye afirandin biparêzin. Ya ku divê em bi her awayî ji bo wê têbikoşin ev e. Her ku em aştiyê bi vê piştgiriyê civakî bikin, ev pêvajo dê di berjewendiya gel de pêş bikeve. Bêyî gotina jinan civaka demokratîk nayê avakirin."