ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 7 Nîsan 2025
  • Rojev
*Jinanên ku derbarê pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de rola jinan axivîn, diyar kirin ku bêyî gotina jinan avakirina civakeke demokratîk ne pêkan e. Jinan anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ji bo jinan û gelan xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kirin ku di pêvajoyên aştî û çareseriyê de jin xwedî berpirsiyarî ne. DÎMEN HEYE
 
*Esra Kahraman a ku di pêngava "Pêdiviya min bi aştiyê heye" diyar kir ku jin bi salan e ji bo avakirina aştiya civakî têdikoşin û got, "Şer newekheviyê çêdike, jin ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Têkoşîna jinan û têkoşîna aştiyê ya li dijî şer di vê çarçoveyê de bi hev ve girêdayî ne. Em ê ji bo bersiva pirsa "Ji bo çi pêwîstiya min bi aştiyê heye? xebatên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed, Konferansa Jinên Kurd a ku di demên dawî de pêk hat nirxand, bal kişand ser yekîtiya jinan û diyar kir ku xebatên wan ên ji bo Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî didomin.  DÎMEN HEYE
 
*Ciwanên DEM Partiyê diyar kirin ku meşa Amara ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat hembêzkirin û wiha gotin: "Em ê peyama birêz Abdullah Ocalan a ji ciwanan re şandiye bi cih bînin. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê tevahiya nexşerêya têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de bidomînin." BI DÎMEN