
Berxwedana Tişrînê bi biryardarî didome
- 13:43 2 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 54’an de bi biryardarî didome.
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja 54’an de didome.
Gelê ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Şedadê, Hol û Til Birakê ku ji 28' ê Sibatê (2025) ve nobet ji gelê kantona Firatê dewr girtine, nobetdariya bendavê de bi biryardarî didominin.
Çalakvanan îro jî li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku ji duh şev de derdora bendavê bi çekên giran û balafiran bombebaran dikin, daket ser bendavê û helwesta xwe ya parastina bendavê bi biryardarî raber kir.
Çalakvanan govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Tişrînê”, “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.