
TJA’yê serdana gora Gulîstan Tara kir
- 21:54 28 Sibat 2025
- Rojane
ÊLIH - TJA’yê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de serdanên goristranan kir. Xwişka rojnameger Gulîstan Tara, Dîcle Erdem di serdanê de axivî û gt: “Em ê heta dawî meşaleya wan hildin.”
Li Êlihê di çavçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, serdanên gora rojnaemger Gulistan Tara ya li Silêmaniyê hat qetilkirin û jinên din yên ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, hat kirin. Eewil çûn ser gora Gulîstan Tara ya li goristana Tîlmerç û qurnefîl hatin danîn.
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz da zanîn ku jin ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hedef tên girtin û got Gulîstan Tara ji ber rastî ragîhandiye hatiye qetilkirin û got heta ew azad nebin wê têkoşînê bidomînin.
Xwişka Gulîstan Tara, Dîcle Erdem jî axivî û got wê heta dawî meşaleya wan hilbigirin.
Di serdana goristana Mozgelanê de jî aktîvîsta TJA’yê Ruken Zeryam Işik Yildiz axivî û got wê dsetur nedin eqetilkirinên jinan.
Jinên bi roj serdana goristanan kirin êvarê jî li Parka Yilmaz Guney bi wêneyên jinên hatine qetilkirin çalakî pêk anîn.