
Krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn (1)
- 09:10 23 Sibat 2025
- Dosya
Şerên modernîteyê yên li Rojhilata Navîn û encamên wan ên muhtemel
HABER MERKEZİ- Nirxandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a şerên modernîteyê yên çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û encamên wan ên muhtemel, îro ji bo têgihîştinê perspektîfekê diafirîne.
Modernîteya kapîtalîst îro krîza xwe ya herî mezin dijî. Krîz wekî avahî tê pênasekirin. Cihê ku herî zêde krîz lê kûr dibe Rojhilata Navîn e. Bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, bêserûberiya sîstemên netew-dewlet ên ku zexteke mezin li ser gelan dikin, derket holê. Her çendî hem li ser modernîteya kapîtalîst hem jî li ser rewşa Rojhilata Navîn nirxandinan bike jî, biryarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser geşedanan, derbaskirina krîzê û çareseriyê gelekî balkêş û pêşeng in.
Dema em li daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser krîza modernîteya li Rojhilata Navîn û encamên wê yên muhtemel, binêrin derbaskirina pirsgirêkê ronî dike.
Abdullah Ocalan, anî ziman ku divê nakokiyên di van 2 sedsalên dawî de li Rojhilata Navîn rû dane rast bê fêmkirin û balê dikişîne ser xalên girîng.
Abdullah Ocalan bal kişand ser wê yekê ku beriya her tiştî girîng e ku were zanîn ku şer ne di çarçoveya hegemonyaya şaristaniyê de, di çarçoveya çandî de pêk hatiye û got, “Hêgemonyaya şaristaniyê ya dawîn a bi Ewropayê re, ango Rojava, piştî Silêmanî li ser berjewendiya Ewropayê dest pê kir. Di serdema heta sedsala 19’an de, hegemonyaya pergala şaristaniya navendî bi berjewendiya kapîtalîzma Ewropaya Rojava bi dawî bû." Abdullah Ocalan ev nirxandin kir: "Hegemonyaya welatên Ewropayê ku bi sedsala 19'an bi awayekî fizîkî derbasî herêmê bûn, ne bi hêzên ku ji bo hegemonyaya desthilatdariyê têdikoşin, bi hêzên civakî yên li hemberî asîmîlasyona çanda modernîteya kapîtalîst li ber xwe didin, rû bi rû man. Wan ev yek bi hesabkirina hevsengiyên hêza erzan kir. Lêbelê, berevajî gelek deverên kolonyal ên cîhanê, çanda civakî bi giranî li dijî çanda nûjen a Ewropî li ber xwe da. Sedema ku herêm bi temamî nikare were kolonîzekirin, hêza wê ya çandî bû. Bi taybetî jî Îslam weke kevneşopiya çandî ya serdest di vê serdemê de bû mijara aktîf a berxwedanê. Di vir de xala girîng ew e ku ya li berxwe dide ne Îslama desthilatdar û dewletparêz e, Îslam weke çandeke civakî ye. Ev kevneşopiyên civakî yên îslamî bû ku bi berdewamî li ber xwe didin û wekî pêla herî mezin diherikin. Ji ber vê yekê girîng e ku kevneşopiya desthilatdariya siyasî û kevneşopiya civakî ya ku bi navê Îslamê ji sedsala 19’an heta roja îro tê meşandin, cuda bike.”
Nakokiya di navbera Îslama çandî û modernîteya kapîtalîst de
Abdullah Ocalan diyar kir ku di navbera modernîteya kapîtalîst û Îslama çandî de çi pirsgirêk û nakokî hene û wiha got: “Pirsa ku divê bê kirin ev e ku di navbera Îslama çandî û modernîteya kapîtalîst de nakokiyeke çawa heye. Ji ber ku nakokiya du hêzên hegemonîk tune ye, nakokiya çanda modernîteya kapîtalîst û çanda kevneşopiya îslamî ye. Şerên modernîteyê hene ku bi piranî di qada çanda civakî de pêk tên. Li Rojhilata Navîn dema mijar dibe çand, divê tenê bi Îslamê re nemîne. Pêdivî ye ku ev yek bi olên din ên Birahîmî, Xirîstiyantî û Cihûtiyê re were temamkirin û bi tevlêkirina bandorên olî yên laîk û şaman-pagan, her çend bi maske, li derveyî olên ne-olî an yekxwedayî jî were çareserkirin."
Qada sereke ya çandî Rojhilata Navîn e
Abdullah Ocalan diyar kir ku qada çandî ya sereke ya ku mirovahiya modern pêk tîne erdnîgariya Rojhilata Navîn e û wiha nirxand: “Eger em çanda Homo Sapiens jî bihesibînin, ji serdema beriya dîrokê heta sedsala 19’an bi qasî 3 sed hezar salan qada çandî ya bingehîn a mirovahiyê ye. Çanda modernîteya kapîtalîst di esasê xwe de çanda hegemonîk a du sedsalên dawî ye. Ji çanda dused salên dawîn nayê hêvîkirin ku di vê dema kin de çanda sêsed hezar salî ya ku di navendê de hatiye avakirin asîmîle bike. Tê payîn ku şerê çandî wê demeke dirêj bidome û çanda avabûyî ya herêmê bi hêsanî teslîm nebe û heta hewldana şerê hegemonîk a çandî bike. Ji ber vê yekê, di roja me ya îro de nakokiyên herêmî yên dijwar weke serdema şerên hegemonîk ên çandî yên modernîteyê dikarin bên şîrovekirin. Ji ber vê yekê, girîngtir e ku nakokiyên ku ji hêla qada hêzê ve di pîvana jorîn de têne diyar kirin bi rengekî cûda şîrove bikin. Di vî warî de ne bes e ku mirov nakokiyên li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya şer a teng a çînî û neteweyî ya rojavayî û ne jî bi şerên desthilatdarî û dewletê yên îslama siyasî ya radîkal û nerm binirxîne. Bê şik, nakokî jî xwedî van pîvanan in. Nakokiyên van pîvanan bi giranî li qadên desthilatdarî û dewletê ne. Lê cewherê şerên ku ji van hemî pîvanên hêzê derbas dibin girîngtir e. Her wiha nakokiyên di navbera desthilatdarî û dewletê de çiqas berfireh û demdirêj bin jî, ew qas xurt nînin ku ji qada hêza hegemonîk derkevin. Ji aliyê din ve karakterê nakokiyên di pîvanên modernîteyê de cuda ye û ji modernîteya serdest wêdetir e.”