![](/staticfiles/news/250930/2025/02/07/823x463cc-amd-07-02-25-sultan-yaray-miting-cagri-manset.jpg)
Ji bo mîtînga Amedê bang: Em silavên xwe ji Îmraliyê re bişînin
- 09:08 7 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray derbarê "Mîtînga Azadiyê" ya wê 8’ê Sibatê de li Amedê li Qada Îstasyonê pêk bê bang li jinan kir û got got: “Werin em bi hev re dawî li şer bînin. Em bihev re bibin deng û bi tiliyên xwe bêjin ‘jin jiyan azadî’.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rojane ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya ku wê li Qada Îstasyonê ya Yenîşehîr a Amedê pêk bê xebatên xwe dimeşîne. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray der barê mîtînga ku wê 8’ê sibatê bi şîara "Ji bo aştiyê azadî" saet di 12.00’an de pêk bê bang kir.
‘Em silavên xwe bişînin Îmraliyê’
Sultan Yaray beriya banga bike, girîngiya mîtîngê a ji bo jinan anî ziman û wiha vegot: “Jin ji bo azadbûna jin û civakê têdikoşin. Ji ber vê divê jin xwedî li vê mîtîngê derkevin û ji her kesî zêdetir xwedî li aştî û azadiyê derkevin. Wek tê zanîn di hevdîtinên ku bi Birêz Ocalan re hatiye kirin, ji bo jinan silav hatibû şandin. Emê jî wê rojê li qadê bersiva peyamê bidin. Emê silavên xwe bişînin Îmraliyê û bêjin ku ‘ heta tu azad nebî civak azad nabe’.Çawa ku wî got ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’, jin jî dibêjin ‘azadiya me bi azadiya Birêz Ocalan pêkane’.Divê ev tecrîd rabe ku em bi hev re aştî û azadiyê bînin.”
Em bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ aştiyê bînin
Sultan Yaray di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê bi taybet jin di mîtîngê de cihê xwe bigirin û wiha anî ziman: “Em bang li jinandikin. Çawa ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê belav bûye û bûye felsefeya hemû jinan, werin em bi hev re dawî li vî şerî bînin. Em bi hev re bibin deng û bi tiliyên xwe bêjin ‘jin jiyan azadî’. Ji ber vê 8’ê Sibatê girînge. Niha pêvajoyeke heye lê navê pêvajoyê hîna tuneye. Hevdîtin tên kirin. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi civakê re kelecanek mezin afirand. Divê navek li vê pêvajoyê bê kirin. Ji ber vê bang li hemû jinan dikim, bil acil û bergên xwe yên gelerî li xwe bikin û aştî û azadiyê pêk bînin.”