Meşa Dirêj di roja 15’an de ye: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan de ye
- 21:31 4 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye despêkirin, li herêma Villiers Le Bel dewam kir. Di meşê de banga tevlîbûna mitînga mezin a di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin, hat kirin.
Meşa Dirêj a ji bo 26 rojan ku di çarçoveya Pêngava ji ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, di roja 15’an de li herêma Villiers Le Bel dewam dike.Di roja 14 û 15’an a Meşa Dirêj de Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut tevlî meşê bû.
Çalakvanên Meşa Dirêj ku li pêşiya Şaredariya Villiers Le Bel li hev civiyan, beriya dest bi meşê bikin dosya pêşkeşî Şaredariya Villiers Le Belê kirin. Di dosyayê de agahiyên derbarê Meşa Dirêj û êrîşên li ser Rojava cih girtin. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", " Ji Rêber Apo re Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana QSD" û "Bijî Berxwedana Tişrînê" hatin berkzirin.
Dosya hatin pêşkêşkirin
Çalakvanên Meşa Dirêj ku hatin pêşiya Şaredariya Arnouville, li vir dosyaya ku amade kiribûn pêşkekî Şaredariya Arnouville kirin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ku dosyayan pêşkêşî şaredariyan kir wiha got:“Berî her tîşî spasiya gelê xwe ku beşdarî meşê bûne dikim, beşdarbûna we ji bo me bû moral. Hevalên me çalakiya Meşa Dirêj a 26 rojan li dar dixin. Ev çalakî bi rastî jî çalakiyek pir pîroz e. Jixwe di vê pêvajoyê de ku em ji rojên dîrokî derbas dibin pir bi nirx e. Çalakiyekî pir pîroz e. Îro roja 15’emîn e, çalakî wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi dawî bibe. Daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo çêbibe. Tevahiya cîhanê dît ku nifteya ku wê qeyran û kaosa li Rojhilata Navîn çareser bike, di destê Rêber Apo de ye. Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo li Rojava jiyanî bû. Ji tevahî cîhanê re bû mînak. Pergal jî vê yekê dît. Ne rasthatin e ku dewleta Tirk çû ber lingê Rêber Apo. Têkoşîna ku gerîla û gelê me dide, Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û neçareseriya li Rojhilata Navîn wan neçarî vê kir.”
‘Divê perspektîfên çareseriyê esas bên girtin’
Zubeyde Zumrut di berdewamiya axaftin xwe de ev tişt anî ziman: “Bi Rêber Apo re hevdîtin çêbûn. Carek malbata wî çû, du caran jî heyet çû. Rêber Apo weke di her demê de vê demê jî pêşniyar û tespîtên dîrokî kir. Eşkere kir ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn tîştek çareser nebe. Bi salan in pergal bi modelên xwe yên çareseriyê ye destwerdanê dike. Lê ev polîtîkayên ku nêzîkatiyên şer û antî-demokratîkbûnê di nava xwe de dihewîne pirsgirêkan hê kûrtir kir. Eger hêzên navneteweyî dixwazin aştiya civakî were û pirsgirêk çareser bibin, divê persspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo esas bigrin.”
‘15’ê Sibatê de em li Strasboourgê bên gel hev’
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku ew ji demeke wiha dîrokî derbas dibin û wiha dirêjî dayê:“ Em Kurdên li Ewropayê jî divê di hişmendiya berpirsyariyên xwe de bin û tiştênê pêwîs bikin. Çawa ku çavê me li Rojava ye, çavê Rojava jî li me ye. Têkoşîna me û daketina me ya li kolanan ji bo gel û hevrêyên li ber xwe didin, dibe moral. Dîsa hêzên navneteweyî jî me dişopînin. Xurtbûna çalakî û bernameyên me dibe sedem ku cidî nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Ji ber vê yekê divê her kes di zanebûna berpirsyariyên xwe de be û bi zanebûna pîroziya keda xwe xwedî lê derkeve. Li ser vê bingehê careke din dubare dikim; Di 15’ê Sibatê de wê banga dîrokî ya Rêber Apo çêbibe, li Strasbourgê ev bang were kirin, çalakiya wê derê wê bibe diyarkirina îradeyê, divê bi sed hezaran kes li Strasbourgê li hev bicive. Em bang li gelê xwe dikin ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li hev bicivin.”