Tulay Hatîmogullari bang li STK’yan kir

  • 20:40 4 Sibat 2025
  • Rojane
EDENE- Tulay Hatîmogullari di çraçoveya ‘Hevdîtinên Nan, Adalet û Aştiyê’ de bi rêxistinên sivaka sivîl yên Edeneyê re hat gel hev û peyama Abdullah Ocalan ya ‘Tirkiye di nava xizanî û birçîbûneke kûr de ye û em di serdemeke wisa re derbas dibin ku li her derê azadî tê astengkirin. Rêya derbaskirina vê jî demokratîkbûn e. Di heman demê de demokratîkbûn ji bo derbaskirina qeyranan bi her awayî bersiva ku gelên Tirkiyeyê bi rehetî bijîn e.’ parve kir.
 
Li Edeneyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya ‘Hevdîtinên Nan, Adalet û Aştiyê’ de li otelekê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re hat gel hev. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û hevseroka giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl tevli bûn.
 
Tulay Hatîmoguldari da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de li her derê Tirkiyeyê bi karker, kedkar, cotkar û esnafan re hatine gel hev û got asta duyemîn a kampanyayê bi hevdîtinên têgeha aştiyê pêk tînin û got ji her demê wêdetir pêdivî bi aştiyê heye.
 
‘Ji bo çareseriya krîzê demokratîkbûn navnîşane’
 
Tulay Hatîmogullari daxuyakirin ku cîhan bi şerekî mezin re rû bi rû ye û got: “Di demek wisa de pir aşkera derdikeve holê ku pêdivî bi aştiyê heye. Herêma me jî herî zêde ji vê nisîbê xwe girtiye.” Tulay Hatîmogullari balkişand pêvajoya dawî û hevdîtinê Îmraliyê û daxuyakirin ku ji bo krîz bê çarserkirin navnîşan demokratîkbûne û peyama Abdullah Ocalan ya wekê ‘Tirkiye di nava xizanî û birçîbûneke kûr de ye û em di serdemeke wisa re derbas dibin ku li her derê azadî tê astengkirin. Rêya derbaskirina vê jî demokratîkbûn e. Di heman demê de demokratîkbûn ji bo derbaskirina qeyranan bi her awayî bersiva ku gelên Tirkiyeyê bi rehetî bijîn e.’ parve kir.
 
Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de wih agot: “Em dixwazin pisgirêka Kurd  bê çareserkirin.Aştiyeke ku serî dide tewandin nabe. Em aştiyeke wisa naxwazin. Em girîngiyê didin gavên şênber û jidîl.”
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.