Ji bo mîtînga Amedê banga tevlibûnê

  • 15:29 4 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Amedê û navçeyên wê ji bo beşdariya mitînga 8'ê Sibatê li navenda Amedê û navçeyên wê Çinar û Erxenî bang li rêxistinên sivîl, dikandaran û welatiyan kirin.
 
DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  8'ê Sibatê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga bi dirûşma “Aştiya Civakî û Azadî” mitîngekê li dar dixin. Amadekariyên mitîngê ji navenda bajêr heta gundan berdewam dikin. Parlamenter, rêveber û hevşaredarên DEM Partiyê û rêveberên DBP'ê li navçeyên navendî û navçeyên derveyî bajêr ji bo beşdariya mitîngê xebatek bênavber didomînin.
 
Parlamenter, hevşaredar û rêveberan îro li navçeya Erxenî, li gundên Çinarê û li navenda Amedê ji bo beşdariya mitîngê serdana rêxistinên sivîl, gel û dikandaran kirin û ew vexwendin mitîngê. Belavokên têde banga beşdariya mitîngê tê kirin li dikandaran û welatiyan hatin belavkirin.
 
Serdana rêxistinên sivîl
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û şandeya pê re li navenda Amedê serdana Baroya Amedê û rêxistinên sivîl kirin. Di serdanê de nûnerên rêxistinên sivîl vexwendin mitîngê.
 
Her wiha Adalet Kaya, Hevserokê DBP'a Amedê Şîrîn Gurbuz û Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê û rêveberên partiyan serdana Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin û rêveberên wê vexwendin mitîngê.
 
Çinar
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û şandeya pê re jî li gundên navçeya Çinarê serdana welatiyan kirin û ew vexwendin mitîngê.
 
Erxenî 
 
Her wiha Parlamementera DEM Partiyê ya Mêrdînê û şandeya li gel wê li navenda navçeya Erxeniyê serdana dikandaran û xelkê kirin û ew vexwendin mitîngê.
 
‘Azadî û aştî bi qasî nan û av girîng e’ 
 
Şandeyên DEM Partiyê û DBP'ê di serdanên xwe de qala girîngî û wateya mitîngê kirin û destnîşan kirin ku di roja îro de aştî û azadî bi qasî nan û avê ji bo gelê Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê girîng e.
 
Nûnerên rêxistinên sivîl, dikandar û welatiyan bi kêfxweşî şande pêşwazî kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo aştî û azadiyê tevli mitîngê bibin.