Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê di çareseriyê de herkes xwedî gotin be
- 14:23 4 Sibat 2025
- Ramyarî
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di civîna gel a li Mêrdînê de axivî û got, “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne nîqaşeke ji bo desthilatdariya tu aliyekî ye û dibê nebe jî. Ji ber vê yekê bingeha me wê bibe mezinkirina siberoja xwe û gelên li vî welatî. Yanî siyaseta demokratîk ku em dest ji meşandina wê bernadin."
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di çarçoveya "Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê" yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de civîneke gel hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û welatî beşdarî civîna li salona dawetê ya li navçeya Qoserê hat lidarxistin bûn.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar mafê axaftinê girt. Çîgdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser şer û geşedanên li Rojhilata Navîn û got, di hevdîtinê de behsa prensîbên ku gelê Kurd wê mafên xwe û pêşeroja xwe bi rê ve bibe, kirine. Çîgdem Kiliçgûn Uçar, da zanîn ku hemû îqtîdarên li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka Kurd ji xwe re kirine amûr û got, “Em di vê qonaxê de di serdemeke pir cuda û krîtîk de ne. Tê bîra we, pêşî dihat gotin 'Kurd Tirk in'. lê vê ser tu tiştekî nekir. Paşê hat gotin 'Em hemû xuşk û birayên hev in' lê ev yek jî bi ser neket. Niha jî dibêjin 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Bi hişmendiya netew-dewletê re hewl didin sîstemeke ku her kes tirk, her kes sunî û her kes mêr be, zindî bihêlin. Em çi bêjin? Li vî welatî ev qas têkoşînên azadî û demokrasiyê hene, em dibêjin welatek, jiyanek, pêşerojeke ku daxwazên mafdar ên gelan tê de cih bigire pêkan e. Em ji bo vê têdikoşin."
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar geşedanên piştî silavdayina Devlet Bahçelî û serdanên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re qewimîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Çareseriyeke demokratîk, mayinde û aştiyeke birûmet a di pirsgirêka Kurd de, ne tenê bi axaftinên li Meclisê an jî bi daxwaza pêkan e. Li cîhanê gelek mînakên çareseriyê û aştiyê hene.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê modêleke mînak derketiye holê û got: “Li Sûriyeyê HTŞ hêjayî gelan hate dîtin.” Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser hevdîtina Tirkiyeyê ya bi serokê HTŞ’ê Ahmet Şara re û got: “Çi astengî li pêşiya Tirkiyeyê hene ku bangî Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî neke? Tu astengî tune ne. Divê pirsgirêka Kurd bi berfirehî were axaftin. Dê kî van axaftinan bike? Dê ji ewil partiyên li Meclisê bikin. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hêla îktîdarê ve were meşandin. Dê tenê daxwazên me neyên axaftin.”
'Ocalan çima got meclis?’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi bîr xist ku bi Meclisa 1924’ê ve nasnameya Kurdan hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “Lewma birêz Ocalan Meclisê weke navnîşana herî girîng dibîne. Dibêje; ‘Navenda Kurd tune hatine hesibandin ew der e. Li wir bizivirin û li dîroka me ya têkoşîna hevpar binêrin. Bi nêrîn, pêşniyar û têkoşîna adilane ya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re em tevek bibin para hevpar a çareseriyê. Em tevek bibin xwedî keda hevpar.’ Ev zehmet nîne. Di 22 salên îktîdara AKP’ê û tifaqa wê ya bi MHP’ê re de hate gotin ku çareseriya pirsgirêka Kurd mimkin nîne. Li Kurdistanê hiqûqa şerê taybet, rejîma tecrîdê û rejîma qeyûm bû siyaseta sereke.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên hêjayî Kurdan hatine dîtin, bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Ev jî çavkaniya xwe ji Îmraliyê digire. Îradeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nakin lê HTŞ’ê nas dikin. Ev ne bi xêra xelkê Sûriyeyê ye. Divê ji bo azadî û pêkvejiyanê em têbikoşin. Dewlet mecbûr ma ku Îmraliyê weke navnîşan bibîne. Serenavê îro hewcehî pê tê dîtin, serenavê ku Tirkiye ev 100 sal in hewcehiyê pê dibîne ye. Wê demê birêz Ocalan çima 26 sal in tecrîdkirî ye? Çima ev 26 sal in her kes guhên xwe ji gotinên ji bo aştiyê digire? Û îro çima li benda gotina wî ne? Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û krîtîk e. Belê, divê were çareserkirin. Divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskarê vî welatî xwedî gotin û pratîkê bin.
'Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin'
Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku ew ê behsa azadî û demokrasiyê, çawaniya mezinkirina daxwaza aştiyê û xurtkirina destê Abdullah Ocalan bikin, diyar kir ku gelê kurd nîşan daye ku li tevahiya Kurdistanê pêşengê demokrasiyê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê em îro dîsa li Tirkiyeyê vê nîqaşê dikin. Em dixwazin; Divê ev niqaş neguhere cihekî ku di kanalên televizyonê de, ji cewhera xwe qut bibe û li ser tiştên ku xizmetê dike, nêrînên cuda pêşkêş bike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne mijareke wisa ye ku mirov careke din bibe Serokdewlet. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne nîqaşek e û ne jî ji bo îqtîdarbûnê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo gelên li vî welatî dijîn, kedkarên li vî welatî dijîn û jinên li vî welatî jiyaneke azad û wekhev pêşkêş dike. Ji ber vê yekê bingeha me wê bibe mezinkirina siberoja xwe û gelên li vî welatî û yên li vê erdnîgariyê dijîn, têkoşîneke ku mijara wê gel e, yanî siyaseta demokratîk ku em dest jê bernadin.”
Piştî daxuyaniyê civîn bi nirxandinên beşdaran, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.