Meşa Dirêj di roja 12’an de berdewam kir

  • 21:42 1 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ de 21’ê Çile de li bajarê Lorinet ê Fransayê destpê kir, di roja xwe ya 12’an de li Parîsê dewam dike. Meşvanan berxwedana Tişrînê silav kirin.
 
Çalakvanên Meşa Dirêj ên ku di roja 10 û 11’an de li paytexta Fransayê çalakiyên curbecur li dar xistin, di roja 12’an de li Qada Gare de l'Est meşekî bi heybet lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Parîsê û derdora Parîsê eleqeyekî mezin nîşanî meşê dan. Di dema meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û berxwedana Rojava û Tişrînê hate silavkirin.
 
Meş li Qada Colonel Fabien bi dawî bû. Piştî meşê Hevseroka CDK-F’ê Xane Akdogan û Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’ê Mûrat Ceylan daxuyanî da.Di daxuyaniyan de ji bo azadiya Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û banga kombûna li dora berxwedana Tişrînê hate kirin.Axaftvanan ji bo meş û mitînga ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin bang kirin.
 
Çalakvanan diyarkirin ku ew ê di roja 13’emîn a meşê de wê li Drancyê bin û ji bo meş û civîna gel ku wê li Drancyê li dar bixin, bang kirin.